• Saturday, 29 June 2024
logo

Nazdar: Amademe xizmeta Kurdên Rojava bikim

Gulan Media August 26, 2013 Hunerî
Nazdar: Amademe xizmeta Kurdên Rojava bikim
Hunermend Nazdar Cezîrî radighîne ku ew wek hunermendek her karek bikeve ser milê wê bo Rojavayê Kurdistanê amadeye bike bi taybet di warê lidarxistina konsert û ahengên taybet bo wan û dahata wê bide Kurdên Rojava.

Nazdar libarê rewşa Kurdên Rojava Ji Xendanê re got: “Jiber ku xelkekî zor dê me bibihîsin divê em li ser vê meseleyê rawestin ew jî xwîşk û birayên mene, niha di rewşekî xirap û ne libar de dijî, bi rastî divê em hemû yek dest û yek biryar bin û weku xerîb li wan temaşe nekin pêwîste em bi girîng nêzîk bibin û dergehên karkirinê bo wan vekin.”

Li ser piştevaniya xwe ya taybet bo Kurdên Rojava Nazdar got: “Weku hunermend her tiştê bikeve li ser milê min ez amade me di xizmeta wan de bim bi taybet di warê gêrana konsertan û ahengên taybet û wê demê çi tiştê pêwîst bike ji bo beşdariya wan ez amade me silavên min bo Kurdên Rojava û hêvîdarim rewşa jiyana wan jî xweş bibe."

Li barê vekirina çend kanalekî taybet bo huner û mûzîkê li başûrê Kurdistanê , Nazdar gotî: “Bi rastî asta hunerî bi awayekî giştî li gor salên bihorî guherînek baş bi xwe ve aniye, niha pêwîste em giringiyekê bidin bidin hunera xwe, jibo ku em bikarin bi teknîk û deng û kualîtî baştirîn berhemên xweşik tomar bikin.”

Nazdarê got: “Yekem têbîniya min li ser hunera başûrê Kurdistanê heye ew jî heya niha negihêştiye wê astê ku em bikarin stranên xwe li vir tomar bikin, divê giringî bidin biwarê hindek stodyoyên baş bên avakirin û em neçar nebin bo karekî Kurdî û ruhiyetekî Kurdî peyv û awazê Kurdî em biçin welatê Tirkiyê û li wir em tomar bikin.”

Li barê bernameya Ereb Aydil û beşdarbûna Perwaz Hisên di wê bernameyê de Nazdar Cezîrî got: “Ez gelek tiştekî xweşik dibînim, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku xelkên din me binasin û bizanin Kurd kiye û strana Kurdî çiye û ewên ku me beşdarî dikin li wan bernameya em bizanin ew li kune û welatê wan çawa ye.”

Nazdar berdewam kir û got: “Ez gelekî kêfxweş dibim dema ku kesek li ser navê Kurdistanê beşdariya bernameyekê dibê, eve şanaziye û serbilindiye jibo me hemuyan û ez destxweşiyê li Perwaz Hisên dikim.”

Xendan
Top