• Saturday, 29 June 2024
logo

Dawî li weşana Nûçe TV û MMC`ê Tv hat

Gulan Media August 21, 2013 Hunerî
Dawî li weşana Nûçe TV û MMC`ê Tv hat
Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), -piştî ku Dadgeha Danîmarka roja 3`ê Temûzê biryara xwe ya derbarê Nûçe TV û MMC de eşkere kir û 2 Milyon Euro siza li kompaniya Mezopotamya Brodcast birî duh demjimêr 24:00 dawî li weşanên Nûçe TV û MMC`ê hat.

Li gor wê biryarê lîsansa MMC, Nûçe TV û Roj TV hat betalkirin, herwiha dadgehê mercê wê yekê danî ku parêzer bi şertê 10 Milyon Euro bidin, dikarin biryarê îtiraz bikin.

Tevî ku parêzeran biryar îtiraz jî kirin û ji bo rewaneyî dadgeha bilind bê kirin, lê carekî din daxwaza wan hat red kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Yekemîn Televizyona Kurdî ya satelêtî ya bi navê Med TV, roja 15ê Gulan ya 1995an li bajarê London`ê dest bi weşana xwe kir lê Hikûmeta Turkiyê ji bo girtina Med TV ket nava hewldanan û bi bihaneya ku televizyon ya PKKê ye, ji ber vê yekê Komisyona Televizyonan a Brîtanî (Independent Television Commission ITC) di Nîsan ya sala 1999`an de lîsansa Med TV belat kir lê Piştî 3 heyvan wate di heyva Tîrmeh ya sala 1999`an de Medya TV dest bi weşana xwe kir.
Top