Bingeheke akademîk ji bo mûzîka kurdî
Wî lîsansa xwe li University of Arts in Gothenburg, Sweden, mastera xwe jî li Royal Universtity of the Arts in Stockholm û pisporiya xwe jî di warê solîstiyê de ji University of the Arts in Zurich standiye.
Brusk niha li Swîsreyê alîkariya profesor Rudolf Koelman dike û di heman demê li zanîngeha Gothenburgê ya Swêdê mamoste ye. Prof. Rudolf Koelman ji bo Brusk hîsên xwe wiha tîne ziman: "Brusk yek ji xwendekarên min ê herî baş e. Ji ber teknîka wî ya pirr baş û zewqa wî ya muzîkê ya bilind, ew xwediyê wê behreyê ye ku bikare hestên kûr û kêliyên ku nayên jibîrkirin bi guhdarên xwe bide jiyandin. Min kêfeke mezin ji xebata bi Brusk re ya çar salên borî wergirt û ez wî weke viyolînjen, muzîkjenê odeyê, mamoste û hempîseyekî bêhempa dibînim."
Bruskê ku konserteke prîvat peşkeşî kral û kralîçeya Swedê kir û herwiya pêşkeşî kralîçeya Holendayê jî, heta niha ev xelatên jêrîn stendine:
- Xelata yekemîn ya Ingrid, Per Welins
- Xelata Guido Vecchi
- Xelata Gustav Holmgrens
- Xelata Zanîngeha Muzîka ya Gothenburgê ya Viyolînjenên herî behremend
- Di Pêşbirka Muzîka Odeyê de Xelata Yekemîniye ya Weqfa Willinska
- Pêşbirka Muzîkê Ya Yamaha
- Bûrsa Sandrews
Brusk dibêje ku ew niha bi viyolîna Nicolaus Lupot, ya ku li Zanîngeha Gothenburgê yê, ders dide. Ev viyolîn li Parîsê di sala 1797ê de ji hêla Lupot ve hatiye çekirin.
Te kengî û çawa dest bi muzîkê kir?
Di 7 saliya xwe de min dest bi muzîke û viyolîne kir. Ez di dibistanê de diçûm dersa muzîkê û min li Swêdê heta dehsaliya xwe perwedeya kemanê dît. Min di 15 saliya xwe de biryar da ku ezê êdî ji vir û pêda bi awayekî profesyonel bi muzîkê mijûl bibim û min jiyana xwe li ser vê esasê domand.
Tu di şertên çawa de, di bin tesîra kultûrêke çawa de mezin buyi?
Ji ber ku ez li Ewropayê ji dayik bûm û çanda wê derê jî bi giranî muzîka klasîk bala min kîşand, ez li ser rawestiyam. Min gellek dema xwe da muzîka klasîk, ji ber ku tu çiqasî li ser muzîka klasîk bisekinî, tuyê ewqasî pêş bikevî. Armanca min jî ew bû ku ez di muzîka klasîk de bi awayeki profesyonel bi pêş bikevim. Ez bi taybetî jî muzîka kurdî guhdar dikim, bi taybetî Muşteba Mîrzadeh, Kamkaran, Hesen Zîrek û dengbêjên Bakur.
Di navbera dengbejiyê û muzîka klasîk de çi pêwendî heye?
Di nav muzîk û çanda kurdî de cihê dengbêjiyê pirr girîng e. Wek hûn jî dizanin, li Ewropayê tesîra folklorê pirr e li ser muzikê. Wek nimûneyên baş, Bela Bartok senfoniya xwe li ser folklora hûngarî nivîsandiya. Her wisa Mozart, Prokofieff, Stravinsky û Khatchaturiyan û yên din ji bo senfoniyên xwe folklor bikaranîne. Em jî dikarin ji bo dewlemendkirin û modernîzekirina muzîka xwe, folklora xwe û muzîka xwe ya kevnar bikarbînin.
Ez bawer dikim ku Kurd divê li ser folklor û dengbejiyê pirr lêbikolin, da ku di pêşerojê de li ser wan materiyalan bingeheke akademîk ji bo muzîka kurdî ava bikin.
Li cem Kurdan cihê muzîka klasîk çi ye?
Piştî wan 4 konserên ku me li Amedê peşkeş kirin, ez pirr kêfxweş bûm ku gelê Amedê pirr baş guhdarî konserên me kirin. Belkî niha muzîka klasîk li Kurdistanê kem ê, le ez bawer dikim ku di pêşêrojê de wê cihê muzîka klasîk li Kurdistanê baştir be û zarokên ku li ser muzîka klasîk kar bikin wê zêdetir bin. Ez hêvîdar im ku em bikaribin li ser muzîka kurdi ya klasîk bixebitin û hewl bidin ku bi şewekî akademîk pêşbikevin
Çi plan û projeyên we ji bo pêşerojê hene?
Beriya heyvekê me 4 konser li Amedê dan û me ders da 30 xwendekarên Konservatuara Aram Tigran. Ez hîvîdar im ku ez bikarim li pêşerojê de projeke wisa û baştir li Amedê berdewam bikim.
Rudaw