• Saturday, 29 June 2024
logo

Deşnê diçe nav stêrkên Holywodê

Gulan Media August 12, 2013 Hunerî
Deşnê diçe nav stêrkên Holywodê
Piştî keça stranbêj a Kurd Deşnê Murad li çend mehên borî beşdarî li festîvalên mezin li welatê Libnanê kir ku di wan konsêrtan de hejmarekî mezin ji xelkê amadebûn, Deşnê Murad li hemberî zêdetir li 20 hezar kes li gel 7 hunermendên cîhanî stran pêşkêş kir biryare nave wê biçe nava rêzbenda stêrkên Holywodê.

Jêderekê nêzîkî li Deşnê Murad taybet ji Xendanê re got: Berhema nû ya Deşnê stranek bi herdu zimanê Kurdî û Inglîzî bi nave (Take me home) gotiye , ku ji aliyê Deşnê û Lîdny hatiye gotin. Ew awaza floklorî kiriye bi Inglîzî û ev berhem wek cejnane pêşkêşî hezkiriyên xwe kiriye.

Wê jêderê got jî: Senaryoya wê berhemê behsa 4 hevalan dike ku di temenê zaroktiyê dene û di şer de hevalekî wan a keç li Kurdistanê dimre û her tim di dilê û bîra wan de dimîne.

Ev berheme ji aliyê stafa Golden Sekrin ve li bajarê Hewlêrê karê kilîpê hatiye kirin û ew beşa ku Deşnê ji aliyê stodiyoya Sawnd Vijin tomar kiriye jî ji aliyê BMB hatiye palpişt kirinê û berhema vîn Prodecine û karên Lîdny jî ji aliyê Birnard New Rîkords li welatê Nemsayê encam daye.

Li gor wan çalakiyên ku Deşnê Murad li gotina stran û sazkirina konsert li welatan bi berdewamî encamp daye û berferehiya karên wê li Kurdistanê û welatên Erebî û Ewrupî, nave Deşnê dice rêzbenda stêrkên pêşerojê yên Holywodê.

Xendan
Top