• Saturday, 29 June 2024
logo

Şaron Ston û Behmen Qubadî serdana bajarê Helebçê û Kerkûkê kirin

Şaron Ston û Behmen Qubadî serdana bajarê Helebçê û Kerkûkê kirin
Ekterîsta Amerîkî ya navdar (Şaron Ston) û sînemakarê Kurd (Behmen Qubadî) serdana bajarê Helebçê û Kerkûkê kirin.

Xatûn Şaron Ston bi hevaltî li gel sînemakarê bi ezmûn yê Kurd Behmen Qubadî serdana bajarê Helebçê û Kerkûkê kirin û ji nêzîk ve piraniya cihên herdu bajarên Kurdistanî dîtin.

Şaron Ston piştî dîtina Helebçe û Kerkûkê, Herêma kurdistanê bi cî hîştin û niha Behmen Qubadî mijûlî projeyekî nû ku bajarên Bexdadê û New yorkê û beşek jî li bajarê Helebçê wêne digrin.

Şaron Ston çend salan berya niha çend rojan li bajarê Tehranê mêvanê sînemakarê Kurd Behmen Qubadî bûye. ew herdu hunermend û her weha 6 kesayetiyên din lijneyekî navnetewî li dijî mîn pêk tînin û ta weku niha li çendîn konferansên navdewletî yên li dijî mîn li ser asta cîhanê beşdarî dikin.

Xanima Amerîkî Şaron Ston sala 2007`an di nava yekemîn xola festîvala sînememeya Heqîqet (Sinema Verita) fîlma “Kîsu jî difrin” li derhênana Behmen Qubadî bi hogirên sînemayê da naskirinê û fîlma wî bi amadebûna paşa û malbata seltenatê û hejmarekî zor li peyamnêrên cîhanê li Monako li Fransa hate nimayîş kirinê.

Ston sebaret bi fîlma sînemayê “Kîsu jî difrin” got: Ew fîlim gelekî ciwan hatiye saz kirinê û bi derhênerekî bê wêne ku ne tenê yek ji bihêztirîn fîliman bû li biwarê şer û bê rihmî de, belku nîşanderê behra derunî bû ku her mirovek di dema şer di xwe de dibîne. Ew fîlm ji bihêztirîn û sekeftîtirîn fîlm ku di van salan dîtiye.

Ston roja 10 adarê 1958 li bajarê Midwêl Pînsîlwanya li emerîka ji dayîk bûye duyemîn zarokê malbatê ye û birayek ji wê mestir heyeû du xwîşkên ji wê biçûktir hene. di salên 90`an de weku xwendekarekî xolqîner li biwarê nivîsînê de li zankoya Îdînborî Pînsîlowanya bawernameya xwe wergirt û bi pileyekî gelekî baş derçû.

Destpêka xwe weku şaciwan serkeftin bi dest xist her ji bo wê yekê jî li pey hunera mankenî de çû û bû bi mankêna rêklamî ya kompanya Ford a Amerîkî û bi wê yekê yekemîn car diçe pêş kamirayê û di nava xelkê de bê naskirinê.

Her weha Ston yekemîn car li fîlma sînemayê “bîreweriyên xweş xeyale” li derhênana sînemakarê navdar ê cîhanê Wodî alên li sala 1980`an rola xwe têde lîst û piştre li komelek filmên din jî weku ekter rola xwe dîtiye.

Ev ektera Amerîkî zêdetir rola xwe di fîlma sînemayê “Xerîzeya serekî” di sala 1992`an de ji derhênana Maykil Kîton hatibû naskirin û bû yek ji stêrkên Holywoodê.

Şaron Ston heya beşdarî li gelek festîvalên cur be cur li asta cîhanê kiriye û xelatên giring û bi nirx bi dest xistiye.
Top