• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Taranê Komên Muzîkên Kurdistanî dê 7 Şevan Konsertan Bidin

Li Taranê Komên Muzîkên Kurdistanî dê 7 Şevan Konsertan Bidin
Komên muzîkê yên Kurdistanî, rêze konsertan li pey hev heta heft şevan li paytexta Îranê li Taranê pêşkêş dikin.


Ev konser dê ji 2 heta 8 heyva tîrmehê 2013 li avahiya Rûdekî li Taranê were sazdan û têde çend komên muzîkê beşdar dibin.

Di nava zincîra konseran de, koma ``Tureq`` bi muzîka navçea Bakurê Xoresanê, koma ``Henane`` bi muzîka navçeyên Kirmaşan, koma ``Kasêt`` bi muzîka navçeya Luristan, koma ``Radha`` bi mûzîka navçeya Xoresana Başûr, koma ``Weten Oxlî`` bi muzîka Azerî ya navçeya Ezerbêcan, koma koralê ``60 Salan`` bi muzîka xumaliya navçeyên Îran û koma ``Silûk`` bi muzîka navçeyên Şîraz û Mazenderan dê bernameyên xwe pêşkêş bikin.

Binmayê hilbijardina komên mûzîkî bo birêvebirina vê zincîra konsertan bi şêweyî bû kû ew komên kû li festîvalên navdewletî de amade bûne, û kûnsert pêşkêş kirine, ew komên kû bi rêjeyekî kêmtir bername li ser şano bi rêvebirine, di navbera van heft şevan de dê berhemên xwe pêşkêş bikin.
Top