• Saturday, 29 June 2024
logo

Di nav Kurdan de Deşnê xwediya hejmara herî zêde ya LIKE e

Di nav Kurdan de Deşnê xwediya hejmara herî zêde ya LIKE e
Şopandineke Rûdawê ya “ecibandinên” li ser Facebook û Twitterê yên hunermendan diyar dike ku hunermenda kurd Deşnê Murad herî zêde tê ecibandin.

Pirraniya hunermendan wek hevwelatiyên normal xwediyên hesabên taybet in di Facebook û Twitterê de. Di nav hunermendên kurd de yên ku rûpelên wan ên taybet hene, Deşnê Murad xwediya zêdetirîn hejmara ecibandinan e di Facebookê de.

Rûpela Deşnê 479.666 caran hatiye ecibandin û piştî wê jî Perwaz Husên bi 230 hezar ecibandinan tê. Herçiqasî Perwaz Husên ku beşdarî Arab Idol bû û ev tenê sê meh in navê wê derketiye lê roj bi roj hezkiriyên wê zêdetir dibin.

Li gor pisporê muzîkê Amanc Xazî, li hemû dinyayê medyaya civakî bandoreke mezin hem li ser hunermendan û hem jî li ser kesên normal dike: “Ew ecibandin nakevin ti qalibekî zanistî û hunerî. Ji ber ev li ser bingeha xweşiyeke demkî hatiye danîn û bi awayekî kûr şîroveya mijarê nake.”

Di nav hunermendan de bi giştî ecibandinên hunermendên keç û ciwan zêdetir in. Amanc Xazî dibêje pirraniya wan ecibandinê ku ji rûpelên hunermendan re tên kirin, bêhtir yên wan ciwanan in ku “her şevê bi wî awayî dema xwe derbas dikin û li tiştên ku mirov tev didin digerin. Her yek nêrîneke wî heye.”

Stranbêj Zana Cebelî ku rûpela wî tenê 119 kesan hatiye ecibandine di vê bareyê de wiha axivî: “Pirraniya hunermend û stranbêjan nikarin bi awayekî berdewam li ser Facebook û malperên civakî bin. Dibe ew kesê ku rûpela hunermendekî ecibandibe guhdariya straneke wî jî nekiribe. Lewma ev yek mezinî û hezkirina stranbêjan kifş nake.”

Rûpela Facebookê ya Çopî Fetah jî 137.579 caran, ya Eyûb Elî 121.256 caran û ya Behcet Yehya jî 102.323 caran hatiye ecibandin.

Rudaw
Top