• Saturday, 29 June 2024
logo

Heftiya Bê, Elbûma Nû ya Kemal Mihemed Belav Dibe

Heftiya Bê, Elbûma Nû ya Kemal Mihemed Belav Dibe
Biryare, şemiya bê, nûtirîn albûma hunermend Kemal Mihemed bi navê ``Bê Tawan`` belav bibe.


Xwediyê navenda Kîjê ya çap û belav kirina berhmenên hunerî, Kawan Resûl, bo ajansa Peyamnêr ragihand: Tevahiya karên derhênana elbûma Kemal Mihemed bi dawî bûne, ger ti kêşe û arîşeyeke dernekeve, dê roja şemiya pêşya me de, li seranserî herêma Kurdistanê dê belav bibe.

Wekî din da zanîn kû, ev elbûm ji 13 goraniyan pêkhatiye, awazên wê ji aliyê Kemal Mihemed , Eta Ehmed û Salar Selman ve hatine danîn, têkistên (helbest) wê ji aliyê Mihemed Omer Usman, Eta Ehmed û Hîwa Ehmed ve hatine nivîsandin.

Weha jî got: Ev elbûn dê berhema navenda Kîjê be, heta 40 hezar dolar bo wê hatiye xerc kirin, eve dû sala kar li ser dirêj kiriye heta kû tevahiya karên wê bi dawî bûne.
Top