• Saturday, 29 June 2024
logo

Şaciwana Kurdistanê diaxive

Şaciwana Kurdistanê diaxive
Şaciwana Kurdistanê aşkira dike ku piştî temambûna dema şaciwaniya wê ew rê nade ku şaciwana bê projeyên wê jêre temam bike, çûnkî projeyên wê hîna nû ne.

Şinê Ezîz ji Xendanê re got: piştî dawîbûna dema şaciwaniya min ez rê nadim şaciwana piştî min projeyên min temam bike çûnkî projeyên min ji dahênanên min in.

Şaciwana Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku, dema zemanê şaciwaniya wê temam dibê û şaciwana nû bê hilbijartin hin caran ji salekê zêdetire û carna jî ji salekê kêmtire.

Navbirî ev jî diyar kir ku dema taca şaciwaniyê deyne jî ewê her di xizmetkirinê de berdewam be, ew projeyên ku mane ewê wek Şinê Ezîz birêve bibe ne wek şaciwana Kurdistanê, her weha biryare îsal piştî heyva remezanê şaciwana nû bê hilbijartin.

Şinê Ezîz temena xwe 19 salî ye û bi esil xelkê qeza Ranyayê ye û niha jî li Hewlêra paytext nîşteciye û di temenê 18 saliyê de di sala 2012`an wek şaciwana Kurdistanê hate hilbijartin.

Sala borî kompaniya (SNR) a Libnanî bi hevkariya desteya giştî ya geşt û guzarê şaciwana Kurdistanê hilbijart.

Xendan
Top