• Saturday, 29 June 2024
logo

Keçeke kurd li Swêdê bêjereke navdar e

Keçeke kurd li Swêdê bêjereke navdar e
Keça kurd Xezer Fatîma, ku yek ji rojnamegerên Swêdê yên naskirî ye, ji bo xwendina nûçeyên televizyona fermî ya Swêdê SVT hat destnîşankirin û beriya du heftiyan bi awayekî zindî di wê televizyonê de dest bi xwendina nûçeyan kir.
09 Hezîran 2013 Yekşem 17:44


Di hevpeyvîna ligel Radyoya Swêdê de, Xezer berê gotinên xwe da dayika xwe û got: “Dayê can, eger tu ji karê min razî be, ez jî razî me.” Fatîma pirr kêfxweş bû ku rêveberiya televizyonê ew bawerî pê aniye û hiştine ew bi awayekî zindî nûçeyan bixwîne.

Xezer ku ji bo karê rojnamegeriyê li çend navçeyên dinyayê geriyaye got: “Kêfxweş bûm bi karê xwe yê rojnamegeriyê û li navçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn û Afganistanê geriyam. Li ser daxwaza reveberên televizyona Swêdê ez hatim beşê nûçeyan.”

Xezer Fatîma di sala 1983yê de li bajarê Tebrêzê li Îranê ji dayik bûye, ji ber rewşa siyasî malbata wan neçar mabû ku biçe Afganistanê, dûre berê xwe didin Swêdê. Wê demê Xezer 8 salî bû. Piştî wergirtina mafê penaberiyê li Swêdê, malbata Xezer eslê xwe eşkere kirin û ragihandin ku ew Kurd in.

Niha Xezer rojnamegereke naskirî ya Swêdê ye û ji xeynî çend karên rojnamegerî yên naskirî li Kurdistan û Tirkiyeyê û welatên din ên Rojhilata Navîn û Pakistan û Afganistanê, di heman demê de bi çend belgefîlman bala cîhanê kişand ser pirsa jinê li Rojhilata Navîn.

Yek ji raporên wê ku deng veda û bandoreke mezin li ser siyaset û welatiyên Swêdê li hember pirsa Kurd li Bakur kir, li jêr navê “Nifşek ku hevdu dikujin” hat belavkirin. Xezer Fatîma bi vê raporê aliyekî din ê pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê nîşan da. Rojnamegerekî swêdî derbarê Xezerê de dibêje: “Wê nêrîna Swêdiyan derbarê terorê de guherand.”

Xezer ne tenê wek Swêdiyeke esilkurd û wek nûnera neteweyekê tê naskirin, lê bûye semboleke derxistina rastiyên pirsa jinê li welatên Rojhilata Navîn û Asyayê. Her li ser vê bingehê wek peyamnêra televizyona Swêdê ya sereke ji bo pirsên Rojhilata Navîn û başûrê-rojavayê Asyayê hatiye destnîşankirin.

Rûdaw
Top