• Saturday, 29 June 2024
logo

Îbo qebûl kir: Dîlan keça min e

Îbo qebûl kir: Dîlan keça min e
Stranbêj Îbrahîm Tatlises, qebûl kir ku solîst Dîlan Çitak keçika wî ye û ew ê Dîlanê bigire nav nifûsa xwe. Tatlises ji dayika Dîlanê Işik Kundakçi re xeber şandiye ku ew ê ji Dîlanê xwedî derkeve.

Çend rojan berê, di Fox Tv.yê, bernameya bi navê "Wek Avê" de hatibû îdiakirin ku, solîsta bernameyê Dîlan Çitak keça Îbrahîm Tatlises e. Vê bûyerê bi awakî berfireh di çapemeniyê de cih girt.

Derkete holê ku, Tatlises, ji dayika Dîlanê Işik Kundakçi re xeber şandiye û soz daye wê ku, ew ê Dîlanê bigire nav nifûsa xwe.

Li gorî nûçeya Muge Dagistanli a rojnameya Postayê, Tatlises ji Işik Kundakçire gotiye, "hevjîna min Ayşegul di demek nêzik de wê bizê. Bila zayîn paşkeve, ez ê Dîlanê bigirime nifûsa xwe û derkevim vê eşkere jî bikim."

Işik Kundakçi, di sala 1988 an de serî li dadgehê xistiye ku, bavê Dîlanê stranbêjê navdar Tatlises e. Dûra bi fitbolîst Cem Çitak re zewiciye û Cem Çitak Dîlan girtiye nifûsa xwe û ew jî ji dozê vegeriya ye. Di wê heyamê de Tatlises bi Derya Tuna re jiyan dikir.

Dîlan Çitakê, di 15 saliya xwe de fêr bûye ku Îbo bavê wê ye. Piştî vê agahiyê, demeke drêj tedawiya derûnî dîtiye.
Ji 3 jinan 5 zarokên Tatlisesê 61 salî hene û keçikek jî ji rê ye.

AVESTA KURD
Top