• Saturday, 29 June 2024
logo

Goran Hevserê Perwaz, Neşxeyên Kurdistanê Ji Zêr Diyarî Dan Dadwerên Arab Idol

Goran Hevserê Perwaz, Neşxeyên Kurdistanê Ji Zêr Diyarî Dan Dadwerên Arab Idol
Goranîbêje Goran Salih, nexşeya Kurdistanê bi zêr hatî dirûst kirin, weke diyarî da dadwerên bernameya Arab Idol û dû destên cilên Kurdî jî bo beşdar bûyê wê Fereh û Selma kirin diyarî.

Goran bo MBC gûtiye kû ew dilxweşe kû careke din diçe Beyrût û li gel xwe nexşeya Kurdistanê ji zêr dirûst kirî weke diyarî daye dadwerên bernameya Arab Idol û dû desteyên cilên Kurdî bo beşdarbûyên bernamê Fereh Yûsiv û Selma Reşîd daye.

Perwaz Husên weke yekem beşdarbûye ji Herêma Kurdistanê beşdarî bernameya Arab Idol dike kû di kenala MBC de tê pêşkêş kirin, careke din karî di nava beşdarbûyan de dengên pêwîst bi dest bixe û bo qonaxeke din bilind bibe.

Perwaz şeva Înê bi goraniya (Ya Têr ya Tayir) beşdarî kir û şeva şemiyê jî encamên bernameyê hatin ragihandin û têde diyar bû kû Perwaz Husên serkeft bo qonaxeke din.
Top