• Saturday, 29 June 2024
logo

Hunermend Alîn : 3 milyon car klîpên min hatine temaşekirin

Hunermend Alîn : 3 milyon car klîpên min hatine temaşekirin
Stranbêja kurd Alîn bi xebatên xwe yên mûzîkê bala medyaya almanî jî kişand ser xwe. Alîn bi menîjerê xwe yê nû yê alman re amadekariyên albûma xwe ya nû dike. Di rojên derbasbûyî de jî straneke wê ya zarokan a bi kurdî û almanî wek klîp hat weşandin.

Alîn ku ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye, digel karê hunerî wek dermannas jî kar dike. Wê heta niha 2 albûm deranîne û gellek stranên xwe hem li Almanya û hem jî li Bakur û Başûrê Kurdistanê kirine klîp. Albûma wê ya 3. jî wê par derketiba, lê ji ber wefata dayika xwe neçar mabû ku deranîna albûmê paş de bixe û ji wê çendê albûma wê ya nû wê di dawiya îsal de derkeve.

Derbarê xebatên xwe yên mûzîkî de, Alîn ji Rûdawê re wiha axifî: "Min û şirketeke almanî ya naskirî ya produksiyona mûzîkê li hev kiriye û emê di warê xebata min a mûzîkî ya kurdî û almanî de hevkariyê bikin. Înşallah ezê heta serê salê sûrprîzekî ligel hunermendekî alman yê navdar jî diyarî raya giştî bikim."

Alîn diyar kir ku ew niha amadekariyên çendîn klîpan dike ku yek wê bi zimanê ingilîzî, yek bi almanî û ya din jî wê şêwazek ji harmoniya stran û helbestê digel nivîskarekî be.

Medyaya almanî ji bo wê elaqeyê nîşan dide

Ji bo ku ew di projeya xwe de serketî be, ew niha digel manîjerê xwe yê alman Hans Joachim Siegmann dixebite. Medyaya herêmî ya eyalata Thuringen li rojhilatê Almanyayê jî di rojên derbasbûyî de cih da xebatên hunerî yên Alîn. Ji hêla din ve Alîn diyar kir ku ewê di meha Hezîranê de derkeve bernameyeke televizyona fermî ya almanî ZDFê û di rojên pêş de wê hevdîtinek televizyona RTL jî ligel wê were sazkirin.

Stranek zarokan bi kurdî û almanî kir klîp

Di vê navberê de Alîn straneke zarokan bi navê “Xalxalok“ ya bi almanî û kurdî wekî klîp weşand. Gellek zarokên kurd û alman jî cihê xwe di klîpê de girtine. Derbarê vê klîpa xwe de jî Alîn wiha axifî: “Ez ji zarokan pirr hez dikim û ev zêdeyî 4 salan e ku min dixwest berhemekê pêşkêşî zarokan bikim.“

Stranbêja kurd Alîn yek ji wan hunermendan e ku tora înternetê baş bi kar tîne. Wê diyar kir ku li gor statîstîkên wan şopandine, ji sala 2007ê ve derdora 3 milyon caran klîp û stranên wê li ser înternetê hatine temaşekirin û guhdarîkirin.

Rudaw
Top