• Saturday, 29 June 2024
logo

"Ez secade li cem xwe kêm nakim"

Stêrkê Hollywoodê yê navdar Nicolas Cage, di ger û geştên xwe de hin tiştan li cem xwe kêm nake. Yê herî balkêş jî secade ye. Cace dibêje, "ez ti carî secade li ba xwe kêm nakim."

Lîstikvanê sînemayê yê bi navûdeng Nicolas Cage, di hevpeyvîna ku di malpera Time Out Mumbai de hatiye weşandin de, bal kişandiye ser jiyana xwe a koçerî û diyar kiriye ku ew jiyaneke koçerî dijî.

Stêrkê Holywoodê Nicolas Cage, di daxuyaniyên xwe de dibêje ku dema ew derdikeve ger û geştê, hin tiştên xwe yên taybet qet li cem xwe kêm nake. Ji wan tiştan jê yek jî secade ye. Nicolas Cage wiha dibêje: "Li Tirkiyê min secadeyek kiribû. Ku ez diçime kuderê ez wî secadeyî jî bi xwe re dibim. Ligel secade, ez hin kevirên taybet û peykerên biçûk jî li cem xwe kêm nakim."

Avestakurd
Top