• Saturday, 29 June 2024
logo

Heyfa li ser Kurdiya xwe diaxive

Heyfa li ser Kurdiya xwe diaxive
Xanima stranbêj a Libnanî Heyfa Wehbê behsa bikaranîna zimanê Kurdî yê ku di rêklama xwe de kiriye û gotiye: "Mebesta min li ew rêklama bi zimanê Kurdî ewye ku bi Kurdî peyamek diyarkirî bû ta ku ez nîşan bidim ku ez çiqas şanazî bi wê yekê dikim ku ez diçim Hewlêrê."

Li gor nûçeya malpera (El-Neşre) Heyfa behsa Kurdiya Raxêb Elamê û Nansy E`crem jî kiriyeku di bernameya Arab Idol de bikaranîne û gotiye: "Dibe ku Nansî E`crem û Raxêb Elame egerên xwe yên din bo bikaranîna zimanê Kurdî hebin û xwestibin silavê li Perwasê bikin. Nizanim mebesta wan çibû.'

Heyfa got: 'Lê belê egera bikaranîna zimanê Kurdî di rêklama min de handerek bû bo wan ku ew jî bi Kurdî biaxivin, ew gave jî tiştekî xweşike û bi min gelek xweşe.'

Xendan
Top