• Saturday, 29 June 2024
logo

Bo Çareserîya Pirsgirêka Kurd; Parlemana Tirkiyeyê dê bi Şivan Perwer re Hevdîtinê Pêk Bihîne

Bo Çareserîya Pirsgirêka Kurd; Parlemana Tirkiyeyê dê bi Şivan Perwer re Hevdîtinê Pêk Bihîne
Komîsyona Nirxandina Çareseriya Pirsgirêka Kurd a Parlemana Tirkiyeyê ji bo hevdîtinan, nexşerêyek derxist. Komîsyon dê li hunermendê navdarê Kurdistanê Şivan Perwer jî guhdar bike.


Li gorî nûçeya rojnameya Sabah a Tirkiyeyê Komîsyona Nirxandina Çareseriyê ku di Parlemana Tirkiyeyê de hatibû avakirin, ji bo ku ji pirsgirêka kurd re rêyên çareseriyê veibin, nexşerêyek amade kir. Komîsyon dê di çarçoveya nexşerêyê de bi serokê berê yê CHP’ê Denîz Baykal re jî hevdîtin pêk bihîne. Herwiha ji bo ji tecrûbeyên çareseriya Îrlenda Bakûr (ÎRA) sûd werbigre, komisiyon dê bi serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tonny Blair re jî hevdîtin bike û daxwaza hevdîtinê ji sazî û dezgehên navneteweyî jî bike.

Komîsyonê biryar daye, ku li hunermendê kurd Şivan Perwer jî guhdarî bike. Komîsyon an dê Perwer vexwîna Parlemana Tirkiyeyê û yan jî dê biçin bi Perwer re li derveyî Tirkiyeyê hevdîtin pêk bihîne.
Top