• Wednesday, 26 June 2024
logo

Ferzad Kemanger Li Amedê Hate Bibîranîn

Ferzad Kemanger Li Amedê Hate Bibîranîn
Mamoste Ferzad Kemangerê ku di sala 2010’an de ji aliyê rejima Îranê ve hatibû darvekirin li Amedê hate bibîranîn.

Li Amedê par ji bo xwedîderketina li bîr û baweriyên Kemanger, ji aliyê Şaredariya Baglarê ya BDP’ê ve li Amedê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzad Kemanger hatibû avakirin. Zarokên kurd di vê malê de ji bo zanîngehê têne perwerdekirin. Her wiha bi dehan zarok jî kursên şano, muzîk û resimê dibînin. Îro ji bo bibîranîna Ferzad Kemanger merasimeke bîranînê hate lidarxistin. Cîgira Seroka Şaredariya Baxlarê Yuksel Acar û endamê meclisa şaredariyê jî tevli merasîmê bûn. Piştî rêzgirtinê Kordînatorê Mala Piştgiriya Perwerdehiye ya Ferzad Kemangerê Tahîr Sacaklidir axivî. Sacaklidir behsa jiyana Kemanger kir û got Kemarger hem weke mirov hem jî weke mamoste kesekî hêja bû. Sacaklidir diyar kir Kemanger hem ji bo gelê xwe hem jî ji bo xwendekarên xwe bûye rêberek û wiha axivî: “Divê em tu caran wî ji bîr nekin. Em hewl didin ku layiqê wî bin.” Piştî axaftinan li ser jiyana ciwanên kurd ên ku ji aliyê rejima Îranê ve hatine darvekirin sînevîzyon hate nîşandan.

Mamoste Ferzad Kemanger di sala 2006’an de bi hinceta ku piştgirî daye têkoşîna rizgariya kurdan ji aliyê rejima Îranê ve hate girtin. Kemanger 4 sal di girtîgehên Îranê de ma û rastî îşkenceyê hat. Kemanger, di 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin.
Top