• Wednesday, 26 June 2024
logo

Orkestraya Zurîhê Li Amedê Konser Da

Orkestraya Zurîhê Li Amedê Konser Da
Orkestraya Zurîha Swîsreyê ku li cîhanê navdar e, li Amedê konserek da. Di konserê de sirûda “Hernepêş” jî hate lêdan. Aram Tîgran jî bi “Ay Dîlberê” hate bibîranîn.

Orkestraya Zurîhê ku ji 15 endamên ji welat û çandên cuda pêk tê û bi temamî 21 endamên wê hene, li Amedê konserek da. Konser bi hevkariya Konservatûara Aram Tîgaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Konsera ku şevê din li şanogeha şaredariyê pêk hat, dê 3 şevan bidome. Di konserê de sirûda navdar a Bakur “Hernepêş” hate xwendin û Aram Tîgran jî bi strana “Ay Dîlberê” hate bibîranîn. Piştî konserê ji bo endamên orkestrayê plaket hatin dayîn.

Hêjayî gotinê ye konserên din 3 şevan li ser hev saet di 20.00’an de li Dêra Sûryaniyan a Sûrp Giragos, Terasa Fîskayayê û Zanîngeha Dîcleyê pêk bê.
Top