• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li fetîvala Cannesê fîlmeke kurdî

Li fetîvala Cannesê fîlmeke kurdî
Filma dawî ya derhênerê kurd Hiner Saleem ya bi navê My Sweet Pepperland (Welatê min yê ji Îsota şirîn) li 66e mîn festîvala Cannnes’ê ji bo beşa « Un Certain Regard » hate hilbijartin.

Wek tê zanîn di beşa « Un Certain Regard » ya festîvala Cannes’ê de fîlmên bi nêrîneke cûda hatine çêkirin û bi zimanekî nû behsa civatê dikin tên nûşandan.

Piştî fîlma xwe ya bi navê Kilomètre Zéro ku di sala 2005ê li festivala Cannes’ê ji bo beşa pêşbirkê (Sélection Officielle) hatibu hilbijartin, 9e mîn filma dirêj ya Hiner Saleem My Sweet Pepperland jî ku bi temamî li Kurdistana başur hatîye kişandin vê di çarçoveya festivalê de derdikeve pêş çavên jurîya festîvalê ya di bin serokatîya Steven Spielberg de.

Hiner Saleemê bi eslê xwe Akreyî, bi taybetî bi filmên xwe yên wekî Vodka Lemon (2003) û Kilomètre Zéro (2004) tê nasîn û niha li Parîsê dijî.

Di vê filma dawî ya Hiner Saleem de, aktrîsa îranî ya nasdar Golshifteh Farahani û aktorê kurd Korkmaz Arslan ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye rolên sereke dilîzin.

Derhêner : Hiner Saleem
Produksîyon : Fransa, Elmanya, Kurdistan
Dirêjahî : 100 Deqîqe
Ziman : Kurdî (Zazakî, Kurmancî, Soranî)
Tarîx : 2012
Lîstikvan : Golshifteh Farahani, Korkmaz Arslan, Suat Usta, Feyyaz Duman, Mîr Murad Bedirxan, Tarik Akrevi, Véronique Wütrich,


Avestakurd
Top