• Wednesday, 26 June 2024
logo

Pêşbaza sergirtî Hollanda hejand

Pêşbaza sergirtî Hollanda hejand
Li Hollanda keça bilaçik a bi navê Şevval, tevlî pêşbirka stranan a "X Factor" bû û di serî de endamên juriyê û temaşevan matmayî hîştin. Keça misilman gîtar lêxist û strana xwe di nav coşeke mezin de got.

Keça misilman û bilaçik Şevval, li Hollanda bû pêşbaza pêşbirka stranan a bi navê "X factor". Şevval ku çawa derkete ser dikê, rasta tezahurateke zêde hat û bi sekn û strana xwe, ku strana stirî bi xwe nivîsiye, mora xwe li pêşbirkê xist.

Tê zanîn, li Hollanda li dijî misilmanan pêşdaraziyeke pirr heye. Pêşbaza bilaçik Şevval bersiva pirsa, "teqez xeyalên te hene, tu çima beşdarî vê pêşbirkê bûyî?" wiha bersivand: "Min xwest ku ez pêşdaraziyan hilweşînim û ji bo vê armancê ez beşdarî vê pêşbirkê bûm. Ez keseke azad im û çi bixwazim dikarim bikim. Bona ku ez vê rastiyê îspat bikim ez li vir im."

Piştî ku strana Şevvalê bi dawî bû, çepikên xurt bona wê hatin û endamê juriyê ev şîroveya bilêv kir: "Ez ev wêrekiya keçeke misilman teqdîr dikim..."

Avestakurd
Top