• Wednesday, 26 June 2024
logo

Pîrbal bi zorê pêlaveke Beşikç derxist

Pîrbal bi zorê pêlaveke Beşikç derxist
Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li zankoya Selahedîn civîneke ji bo nivîskarê Tirk, dostê Kurdan Îsmaîl Beşikî hate çêkirin.

Di civînî de hejmareke mezin ji nivêskar, rewşenbîr û hemwelatiyan amade bûn.

Beşikçî li ser Kurdan û zora ku li ser wan hatiye kirin dirêj axifî.

Di dawiya civînê de û piştî ku Beşikçî bersiva çend pirsan da, şaîr û nivîskar Ferhad Pîrbal, zerfeke vala ji dîwana civînê re şand, piştre ji nişkê ve, derkete ser sehneyê û xwe nêçîkî Beşikçî kir, kesekî nizanibû ka mesele çi ye û wê çi were kirin.

Tiştekî ku kesek ne li bendê bû çê bû.

Ferhad Pîrbal xwe avête lingê Beşikçî û pêlaveke wî ji lingan derxist, piştre derkete pêşberê beşdaran, pêlav maç kir û danî ser serê xwe.

Beşikçî li xwe heyirî bû, nizanibû çi hate serê wî.

Pîrbal got, ewê pêlava Beşikçî bixe mozexneyê.

Piştî ku Pîrbal sola Beşikçî bir, êdî ew pêxwas ma, mêvanek rabû sola xwe xiste lingê Îsmaîl Beşikçî

Avestakurd
Top