• Wednesday, 26 June 2024
logo

Radio ya Polîsên Turkiye Dest bi Weşana Kurdî kir

Radio ya Polîsên Turkiye Dest bi Weşana Kurdî kir
Rêvberayeta Giştî ya Ewlehiya Turkiyeyê, destûr da Radyoya Polîsan a Amedê di weşana xwe de cih bide stranên Kurdî jî. Radyo rojê 5 demjimêran weşan dike.

Pêvajoya çareserî û aştiyê ku di navbera PKK’ê û dewleta Turkiyeyê de bi rê ve diçe, gavên berbiçav derdixe holê.

Li gorî nûçeya Milliyetê Radyoya Polîsan a Amedê di weşana xwe de dê êdî cih bide stranên Kurdî jî. Midûriyeta Amedê ji bo destûra Kurdî serî li Midûriyeta Giştî ya Polîsan a Turkiyeyê da û midûriyetê jî vê daxwaza polîsên Amedê bi cih anî. Radyoya Polîsan a Amedê her roj demjimêr di di navbera 10.00 û 12.00, 13.00 û 16.00’an de stranên Kudî jî dide ser.
Top