• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li Xaniqîn Festîvala Rewşenbîrî û Hûnerî Bo Enfal Hat Sazdan

Li Xaniqîn Festîvala Rewşenbîrî û Hûnerî Bo Enfal Hat Sazdan
Îro kolêja zanistên mirovatî û werzişî li Xaniqîn, festivala rewşenbîrî û Hûnerî Enfal di 25. salvegera karesta Enfalê de saz dike.


Festîval li hola navendiya Kultûrî a Xaniqîn hat kirin û bi amadebûna mamoste û xwendevanên Zanko, çendîn çalakî têde hatin encamdan.

Di nav wan çalakiyan de, korek bo mamosteyê Zanko Casim Mihemed bi navnîşana ``Kurd û Enfal`` saz kir, wekî din dû helbest ji aliyê Serkewt Perîşan û Ferhad Hesen ve hatin pêşkêş kirin.

Her di vê festîvalê de, semînarek ji aliyê Dr. Fexriye Elî bi navnîşana ``Enfalê Kurd li Cenga Cîhanê Yekem de`` hat pêşkêş kirin û şanogeriya ``Mêhvanek ji Erere` ji aliyê xwendevanên zankyê ve hate pêşkêş kirin.

Li dawiya vê festîvalê de, Xelat bi ser xwendevanên zanko yê beşa Zanistên Mirovatiyê û Werziş hat dabaş kirin kû ji wan malbat û xêzanên şehîd û enfalkiriyan bûn, piştre xelat bi ser beşdarbûyên festîvalê de hatin dabeş kirin.
Top