• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê, 203 radiyo û televizyon hene

Li Herêma Kurdistanê, 203 radiyo û televizyon hene
Li gor amarekî fermî li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê 203 radiyo û televizyon û 650 kovar û rojname heye.

Li gor amara birêveberiya rewşenbîrî û ragihandina ser bi wezareta rewşenbîriyê ku wêneyek gihîştiye destê Xendanê tê de hatiye ku li Herêma Kurdistanê 77 kenalên televizyona navxweyî li her sê parêzgehên Herêmê hene, û ew jî bi vî awayî ne: li Duhokê 13 kenalên televizyonê, li parêzgeha Silêmanî 21 li Hewlêrê jî 43 kenal hene.

Hejmara radiyoan jî li bajarên Kurdistanê tevî navxweyî û seranserî 103 radiyo, li Duhokê 43 radiyo, Silêmanî 25, Hewlêr 35 hene.

Hejmara kenalên asmanî jî li herêmê 23 kenalên asmanî hene, li Hewlêrê 12 , li Silêmanî 8 û li Duhokê jî 3 kenalên asmanî hene.

Her weha 13 nûsîngehên kenalên biyanî jî li Herêma Kurdistanê hene.

Di warê mîdyayên nivîskî jî Herêm xwediyê 650 rojname û kovar ku ji aliyê sendîkaya rojnamevanî de hatine tomar kirin hene.

Xendan
Top