• Wednesday, 26 June 2024
logo

2’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike

2’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera 26’ê Nîsanê-4’ê Gulanê de 2’yemîn Festîvala Şanoya Amedê li dar dixe. Bi boneya mîhrîcanê ji Amed, Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Urmiye, Stenbol û Enqereyê 18 komên şanoyê dê derkevin ser dikê û lîstikên xwe pêşkêş bikin.

Bi malovaniya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û piştgiriya Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Navenda Çandê ya Cegerxwîn û Organîszyona Heftreng a Hunerê 2’yemîn Festîvala Şanoya Amedê tê lidarxistin. Festîval dê di 26’ê Nîsanê de bi lîstika “Jina Wê Malê” ku Karîn Baystrand derhêriya wê dike û Dario Fo nivîsiye dest pê bike. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr dê di resepsiyona vekirinê de axaftinek bike. Lîstika “Cîran” a koma ji bajarê Urmiyeya Rojhilat tê jî dê di 27’ê Nîsanê saet di 15.00’an de, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn bê pêşkêşkirin. Teatra Destar jî dê di heman rojê de bi lîstika “Cerb” li Şanoya Bajêr a Şaredariyê saet di 19.00’an de derkeve pêşberî şanohezan.

Roja 28’ê Nîsanê saet di 12.00’an de jî dê lîstika zarokan a “Palyaçoyê Winda” a bi derhêneriya Reknettin Gun derdikeve ser sehneyê dê li DBŞTê bê pêşberî temaşevên zarok. Heman rojê lîstika bi navê “Ay Carmela” ya Teatra Seyr-î Mesel jî dê saet di 15.00’an de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn derkeve ser dikê. Saet di 19.00’ê de dê lîstika “Hewş” li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê bê nîşandayîn. Heman saetê jî lîstika Koma Şano ya Şoreşvan “Şeva Kujeka” jî dê li DBŞT’ê bê pêşkêşkirin.

Roja 29’ê Nîsanê saet di 15.00’an de jî dê lîstika bi navê Xewna Azadiyê ya Şanoya Mîtanî li Navenda Çandê ya Cegerxwîn saet di 19.00’ê de jî lîstika “Sayê Moru” a Teatra Seyr-î Mesel a bi şêwezarê Kirdmanckî li DBŞT’ê bê lîstin.

Di 30’ê Nîsanê saet 15.00’an de jî monodramaya “Di Nava Dunikan de” a Navenda Çanda Biharê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn, saet di 19.00’an de jî “Berê Xilolehiyek Vebû” a Teatra Îstanbul Talîmhaneyê li DBŞT’ê derkeve ber şanohezan.

Lîstika “Daf” a Teatra Avestayê dê 1’ê Gulanê saet di 17.00’an de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn, saet di 19.00’an de jî dê li DBŞT’ê “Daweta Xwînî” bê pêşkêşkirin.

Roja 2’ê Gulanê jî dê lîstika “Hamlet” a DBŞT’ê saet di 15:00’an de derkeve pêşberî şanohezan.Heman rojê lîstika “Pîlan” a Navenda Huneranî Ciwan a Silêmaniyê jî bê pêşkêşkirin.

Roja 3’ê Gulanê saet di 15.00’an de dê lîstika “Jin Evîn û Stran” a Koma Hunerê ya Domus ku ji Enqereyê tê li DBŞT’ê bê lîstin û heman rojê lîstika “Hewş” jî dê saet di 17.00’an de bi şanohezan re be. Êvara wê rojê saet di 19.00’an de jî Koma Şanoya Hewlêrê bi lîstika “Defirê Nafirê” dê pêşkêşî bînerên xwe bike.

Roja dawîn a festîvalê jî Teatra Sî bi lîstika “Hirç û Xwezgînî” saet di 15.00’an de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn tê ber bîneran. Heman rojê saet di 19.00’an de jî li DBŞT’ê lîstika “Çi Xweş Temaşe” ya Îstanbulimpro dê bi şanohezan re be.

Rudaw
Top