• Wednesday, 26 June 2024
logo

Ên min rexne dikin, hesûdin

Ên min rexne dikin, hesûdin
Xanima hunermenda Libnanî Domînîk Horanî dide zanîn ku ceawerê wê gelekî pê xweşe ku ew cil û bergên ciwan li ber dike.

Horanî di daxuyaniyekê bo govara Rotana de got: Hindek kes rexne li cilên min digrin ewna hesûdin û ji ber wê min rexne dikin, çûnkî beden û bejn û bala wan li wan cil û bergên ku ez dixim ber xwe nayê , lê belê ez dilniya me ku ewên bedena wan û bejn û bala wan xweşike û ziravin qet rexneyê li min nagrin.

Sebaret bi wê yekê ku bi revandina dilê zilaman naskiriye Domînîk diyar dike ku egera wê naznavê jî eweye ku her tim zilam li dûv xanimên ciwan û xweşik û şoxoşeng digerin, ji ber vê yekê jî ew bûye xewna gelek zilaman ku keseke weka wê xweşik ji xwere bînin.

Horanî jidayîkbûya sala 1985`an ji Libnanê ye û bi herdu zaravayên Misrî û Sûrî stranan dibêje, her weha behsa wê yekê jî dike ku ew ji rikberiyê hez dike û berdewam dixwaze di stranên xwe de behsa jinên bi tiwane û bihêz bike.

Xendan
Top