• Wednesday, 26 June 2024
logo

Di fîlman de maço ye û di jiyana rastîn de bêdeng e

Di fîlman de maço ye û di jiyana rastîn de bêdeng e
Mustafa Alin li Almanyayê akterekî kurd e û niha di rêzefîlmeke kanala RTL de dileyîze. Ew rolê zilamekî tirk ê maҫo û tûnd dileyîze, lê di jiyana xwe ya rastîn de pirr kesekî dilgerm e û hinek jî ṣermok e.

Di kanala almanî RTL de bi navê “Gute Zeiten, schlechte Zeiten (GZSZ) ango Demên Xweş û Demên Nexweş rêzefîlmek heye. Fîlm li Berlîne tê kişandin û akterê kurd Mustafa Alin rolê zilamekî tirk ê maҫo dileyîze. Navê wî yê fîlm Mesut Yildiz e. Mesût bi zimanekî argo dipeyîve, bê hurmet û bi zimanekî hiṣk bi jinan re dipeyîve, weke endamekî mafyayê tê naskirin û her tim ji ṣer û tûndiyê re amade ye. Ew zilamekî ciwan ê bejin dirêj e, milên wî û sînga wî bi maskûle ne, bejna wî sportîf e û pirr bi hereket e û ҫalak e. Ev jî nîṣanên aliyekî wî yê dinê ne: Di sala 2004ê de Alîn di Thaiboksê de li Almanyayê bû duymîn. Alin ji Rûdawê re diyar kir ku gellek kes rolê maço jê re guncav dibînin û performansa wî ya vê rolê jî diecibînin. Ew aciz nabe ku rolekî dijber û tund dileyîze û dibêje, “Di leystikvaniyê de tiṣta girîng ne rolên qehreman an jî rolên dijber in, tiṣta girîng ew e ka mirov ҫawa wê rolê dileyîze, ҫawa wî nîṣan dide.” Jiyana Mustafa Alin a malbatiyê nasibe ya fîlman. Ew di axaftina xwe de kesek zêde birêz û helwest nerm e û hinek jî sermok e.

Dixwaze sînemaya kurdî û derhênerên kurd nas bike

Mustafa Alin di medyaya almanî de bas tê naskirin ji ber ku fîlmê bi navê GZSZ pirr tê temaṣekirin. Ew herwiha ji ber sportvaniya xwe jî tê naskirin , lê ew berovajiyê vê, di nava Kurdan de ewqas nayê naskirin. Ew dibêje, “Ez jî zêde sînemaya kurdî û derhêner û leystikvanên wê nas nakim. Lê dixwazim hinek agahî derbarê sînemaya kurdî bistînim û eger derfet hebin bi hinek derhêneran re jî têkevim nava pêwendiyan.” Ne di malbata wî de û ne jî di nava hevalên wî de kesek akter tine ye. Wî dibistana kar ji bo posteyê xwendiye lê qet wî karî nekiriye û piştî wê dibistanê demekê bi spora Thaiboksê re mijûl bûye. Tişta ku wî kiṣandiye akteriyê temaṣekirina wî ya fîlmên Yilmaz Guney e. Lewma piṣtî ku dev ji Thaiboksê berdide, di sala 2006ê de dest bi dibistana akteriyê dike û di sala 2009ê de dibistan xilas dike. Mustafa Alin bi berdewamî dibêje, “Ez demekê di rêzefîlma bi navê ‘Im Angesichts des Verbrechensʼ (Liberçavgirtina Kujdar) de leyîstim û di ҫendîn rolêk biҫûk de jî min cih girt.” Di sala 2010ê de ew navber dide leystikvaniyê heta ku di destpêka 2011ê de teklîf ji bo GZSZ jê re tê.

Heta niha ji bo fîlmên sînemayê teklîf ji Mustafa Alin re nehatine, lê ew dibêje, “Eger teklîf were û senaryo bi qalîte be ez dixwazim di fîlmekî sînemaye de bileyîzim, ҫi rolekî dijber, çi rolekî qehreman. Dixwazim weke Johnny Depp rolên cuda bileyîzim û bibim wek leystikvanekî rolên karakter. Hem rolên antî, hem yên sempatîk, hem yên tûndrew û hem jî yên evînî.” Ew herwiha ҫaverê dike ku ji Tirkiyeyê jê re teklîfa fîlmek were û dibêje, “Herwiha pirr dixwazim sînemaya kurdî jî nasbikim û eger fîlmek kurdî anjî tirkî hebe ku mijara wî di navbera Almanya û Tirkiyeyê de ҫûn û hatin be, amade me bileyîzim.”

Kî ye?

Mustafa Alin di 5ê Cotmeha 1977ê de l bajarê Almanyayê Emmerichê hatiye dinyayê. Malbata wî Kurdên êzdî ne û ji Biṣêriya Batmanê ne. Li bajarê Hannoverê mezin bû û ҫû dibistanê. Demekê malbat vegeriya Kurdistanê û 10 sal li Wîranṣêrê man, paṣê dîsa vegeriyan Almanyayê. Mustafa dibistana kar ji bo postê xwend, lê karê posteyê nekir. Bi spora Thiboksê re mijûl bû û di sala 2004ê de bû duyemînê Almanyayê. Ev sê sal in ew li Berlînê dijî û tevlî kiṣandina rêzefîlmê bi navê “Gute Zeiten, Schlechte Zeiten” dibe. Mustafa zewiciye û zarokek wî heye.

Rudaw
Top