• Wednesday, 26 June 2024
logo

Hulya Avşar: Jixwe ez aqil im

Hulya Avşar: Jixwe ez aqil im
Hunermenda navdar a Tirkiyê Hulya Avşar, diyar kir ku ew jixwe aqil e ji ber wê jî pêwîst nake bibe endama Komîsyona Aqilan. Avşar her wiha rexne li helwesta opozîsyona Tirkiyê li hember pêvajoya çareseriyê kir û wiha got: “Ez heta dawiyê piştgirî didim pêvajoyê.”

Hulya Avşar ku bavê wê kurd û dayika wê jî kurd e, sedema ku nexwestiye bibe endama komîsyona aqilan, eşkere kir.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, Avşar ku ji bo dîtina keça nû ya hunermend Îbrahîm Tatlises diçû nexweşxanê, ji rojnamevanan re axivî û li hember rexneyên ku li dijî komîsyonê tên kirin, nerzîbûn nîşan da.

Hunermend Avşar rexne li helwesta opozîsyonê li hember pêvajo û komîsyona aqilan jî girt û wiha got: “Destpêkê bile lê binêrin ka çi dibe çi nabe paşê bile rexne bikin. Jixwe heta niha li Tirkiyê opozîsyonek rast çênebûye. Heta niha min nedîtiye opozîsyon carekî pişta serokwezîr bigire û bêje filan karê wî baş bûye…”

Hulya Avşar li ser sedema ku nexwestiye bibe endama komîsyona aqilan de jî axivî û wiha got: “Ez jixwe aqil im. Pêwîst nake ez bikevim nav karên komîsyonê. Ji ber ku min hertim aştî xwestiye û ezê ji vir û pêde jî aştiyê bixwazim.”

Tê zanîn ji bo çavdêrîkirina pêvajoya vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiyê komîsyonek bi nave Komîsyona Aqilan pêk hatiye ku endamên wê 63 kes in. Hulya Avşar jî ji bo komîsyonê hatibû pêşniyarkirin lê wê red kiribû.

Her wiha li roja (10.04.2013) hevjîna hunermend Îbrahîm Tatlises zarokek keç anîbû dinyayê.
Top