• Wednesday, 26 June 2024
logo

Keyhan Kelhur li Amerîka Konsertekî Xêrxwazî Saz Dike

Keyhan Kelhur li Amerîka Konsertekî Xêrxwazî Saz Dike
Muzîkzanê navdarê Kurd Keyhan Kelhur bi hevkariya endamên kempîna Amerîka konserteke xêrxwazî saz dike.

Jenyarê jêhatê yê Kemençê Keyhan Kelhur bi hevkariya endamên kempîna Amerîka bo Piştîvaniya Keçên Hindî û Amerîkî li konserteke xêrxwazî de li welatê Amerîka takejenî dike.

Ev muzîkzanê bi ezmûn yê Kirmaşanî bi hevaltî li gel Kartîk Sişardî kû jenyarê Sêtarêye û Arûp Şatopadiyay jenyarê Tepil, li gel endamên kempîna Amerîka li demjimêr heftê êvara roja şemiyê şeşê nîsanê 2013 li avahiya Îrwîn Cîkobî li bajarê Sendiyago yê wîlayeta Kalîforniya li Amerîka di vê konserta xêrxwazî de beşdarî dikin û piştîvaniya zarokên Hindî û Amerîkî kirin.

Kirê Amerîka (Cry America) navê wê kompaniyayê ye kû bo piştîvaniya li keçên temen zarokatî yên Hindî û Amerîkî dikin yên kû li dibistanan amadenabin, bo hesankarî bidestanîna keresteyên xwendinê, hevkariyê ji xelkê werdigirin.
Top