• Wednesday, 26 June 2024
logo

Amademe pêlavên serbazên Esed paqiş bikim

Amademe pêlavên serbazên Esed paqiş bikim
Xanima hunermend (Rexda), a bi regez Sûrî ku biha li Misrê dijî daxwaz ji serokê rêjîma Sûriyê dike ku wê bixe nav rêzên hêzên artêşê û ewê bervaniyê li rêjîma wî bike.

Di peywendiyekî telefonî de li gel kanala Exbariye a Sûriyê de hunermenda naskirî ya Sûriyê Rexda ragihandiye ku wê daxwaz li Beşar Esed kiriye ku rê bide wê daku biçe nav rêza artêşa hikûmetê û got: "Her çende min temenê yasayî bo serbaziyê derbas kiriye lê belê eger ez li nava artêşê de bim çi ji min were ezê bikin. Ez dikarim pêlavên yek bi yek yên serbazan paqiş bikin yan dermana wan bikin an jî bibim bi xizmetkara wam."

Ev daxuyaniya Rexda piştî wê yekê hatiye ku hunermenda regez Sûrî li hola Opêra li Misrê helbestek xwendibû û tê de piştevanî li Beşar Esed kiriye û piştî derkewtina derve ji aliyê çend gêncan ve êrişa wê hatiye kirin.

Pêştir û li serdema serokê rêjîma jinavçûyî Sedam Hisên jî, Rexda serdana Êraqê kiriye û çavê wê bi Sedam Hisên ketiye.

Xendan
Top