• Wednesday, 26 June 2024
logo

Çîroka herdu keçikên di vê wêneyî de

Çîroka herdu keçikên di vê wêneyî de
Her dema ku behsa Helebçe û kîmyabaranê tê kirin wêneyek tê bîra mirov ku ew jî, keçika biçûk ya 9 salî ku zaroka biçûk li pişta wê ye û heya niha di çapemenî û ragihandinê de ew wêneya di dema behskirina Helebçe tê nîşandan, lê belê ew herdu keç vê yekê red dikin û dibêjin ew wêneyane dema Helebçêye bin.

Dema ku rêjîma Be`sê di sala 1988`an de kîmyawî li Helebçê dibarîne hîna çavê wê keçkê ku li pişta keçika 9 saliye venebibû, û nehatibû dunyayê. Lê belê berya 22 salan berya niha ew keçika biçûk 2 salî bûye û di komreva xelkê Kurdistanê a sala 1991`an, Roşna li pişta xwîşka xwe bûye û ew wêne hatiye girtin ku niha ew bi xwe jî nizanin kê ew wêneya wan girtiye.

Heya niha jî tu dazgehekê nepirsiye ku rastiya vê wêneyê çiye? Eger raste ka ev wêneya çi taxekê ye? ka çarenivîsa ev herdu kejên bi tenê gihîşte kur?.

Sozan Kaka Reza û Roşna Kake Reza palwanên vê çîrokê ne, lê belê ew ne li Helebçeyê ne û ne jî bajarê Helebçe dîtibûne.

Ew herdu kej niha akinciyê yekik ji taxên bajarê Silêmaniyê ne çîroka rasteqîne ya wêneyên xwe baş tê bîra wan, helbet Roşna ku wê demê zaroka şîrxwar bûye û du salî bûye, tiştek nayê bîra Roşnayê ji bo wê jî ji bilî rûkena xwe tu tiştek nebû ku bêje.

Roşna çend sala zanko temam kiriye û dibêje: “Hevalên min yên zanîngehê jî bawer nekirine ku ew wêne a mine û ez bi kola xwîşka xwe de me, heya ku cara dawiyê min bi henekî got ez ne ewim.”

Rastiya vê çîroka vedigere berya 22 salan bo wê rojê ku wekî ku tê bîra Sozanê dibêje: "Guhê min lêbû gotin “Sedam Hat”. 20/4/1991`an bû roja komreva mezin ya gelê Kurd bo sînorên Tirkiyê û Êranê bû, ku wê demê temenê Sozanê 9 buharî bû.

Kejên palewanê wêneya koçkirina bikom ku wêneya wê û xwîşka wê bi şaşî di ragihandinê de tê belav kirin behsa wê yekê dike ku wêneya wan di pîrtuka civakî a pola çarem ya bineretî de jî xistine kêleka karesata Helebçe yê.

Dayîka herdu keçikan palewanên wêneyê, Sêvê xanimê, amaje bi wê yekê dike ku ji ber ku wê demê zarokeke xwe ya din a şîrxwarinê hebûye bi neçarî Roşna xistiye kola Sozanê û xwestine weha berve sînorê Êranê ve birevin.

Sêvê xanim dibêje: "Her çende ew cilên herdu keçên xwe bi herrî jî bûn , lê belê min ew herdu cil bo cejnê ji herdu keçên xwe re kiribûn, min zanîbû ku em cejna xwe bi xweşî nakin, ji ber vê min ew cil xistin ber wan û em reviyan."

Dayîka Roşna û Sozanê behsa wê yekê dike ku ew wêneye li gundê (Kanî Pank)`ê ya nêzîkî Erbet hatiye girtin. Lê belê heya niha nizanin wênegirê wê kiye û dibêje: "Dema ku em ji koçberiya bikom vegeriyan ew wêne li bazarê ketiye ber çavên me û me jî kirrîne."

Dayîka Roşna û Sozanê amaje bi wê yekê dike û dibêje: “Di wê demê de diravekî Kurdî bo ciwanî li bazarê de belav bibû, ku aliyekî wê wêneyên keçên wê hatibû danîn û aliyê din jî wêneyê Mistefa Barzanî li ser bû.” Cîranên Sêvê xanimê jêre gotine "Hîn tu çi dixwaze vaye wêneyên keçên te li gel Barzanî danîne."

Sozan ku niha jî temaşeyî wan wêneyan dike ecêbmayî maye ku çawa kariye di bin baranê û sermayê û xwîşka wê li kola wê birêve û bimeşe.

Sozan ku keça mezin ya nav wêneyê ye dibêje: "Hêvîdarim ji niha û pêve wêneya me dema behsa komreva mezin tê kirin di ragihandinê de bête belav kirin nek bi bon û bîranînên karesata kîmyabarankirina Helebçeyê de."

Xendan
Top