• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li Edeneyê Mihrîcana Fîlman a Ciwanan dest pê kir

Li Edeneyê Mihrîcana Fîlman a Ciwanan dest pê kir
Li Edeneyê 3'emîn Mihrîcana Flman a bi temaya '3-2-1 Aştî' dest pê kir.

Li bajarê Edene yê Tirkiyê 3'emîn Mihrîcana Filman a bi temaya '3-2-1 Aştî' ku ji aliyê Sînemaya Kolektif, Kolektifa Jinê ya Zanîngehê û Kolektifên Xwendekaran hevpar ve hat amadekirin, dest pê kir. Mihrîcana ku bi temaya '3-2-1 Aştî' yekem car li Edeneyê pêk hat, li Salona 3'emîn a Kozaya Zerîn pêk hat. Di galayaya mihrîcanê de endamên Halkevlerî û gelek sînemahez amade bûn. Sînemavan Cansu Azazi, li ser girîng û wateya mihrîcanê rawestiya û xwest îsal mihrîcan bibe mihrîcana aştî û demokrasiyê.

Di mihrîcanê de fîlmê bi navê "Delikanlım iyi bak yildizlara", "ODTU ayakta", "Yazi tura", "Battle in seattle", "Buyuk dîktator", "Anadilim nerede", "Red ve Dr. Strangelove" dê bên pêşandan.

Rudaw
Top