• Saturday, 29 June 2024
logo

Çopî: Min got qey xewne

Çopî: Min got qey xewne
Hunermenda Kurd ya deng xweş Çopî Fetah beşdarî di 21/3/2013`an li cejna Newrozê li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê kir û bi çendîn stranên niştimanperwerî û şoreşgerî festîval xemiland.

Bi daxuyaniyeke rojnamevanî de Çopî ragihand: "Tişta ku îsal min di Newroza Amedê de dît li 14 sala jiyana xwe ya hunerî de min nedîtibû."

Çopî got: "Nizanim ez behsa çi bikim, 2 milyon kes li Amedê kombû, wekî ku dibêjin te derzî avêtiba nedighêşt erdê, min weha hest kir ku gelê Kurd li Amedê civyaye te diget qey hatine şahiya ezîztirîn kes hemû dev li ken û rûxweşbûn min dizanî ez di xewnê de me, min bawer nedikir ew rastî bêt, tilîlî û çepik ji bo azadî û aştiyê bû."

Çopî da zanîn û got: "Bi awayekî hemûyan bi hevre hawar dikirin Bijî Serok Apo, Bijî Kurd Bijî Kurdistan te digot niha Enqerê dengê wan dibhîse."

Li barê proseya aştiyê de jî Çopî Fetah got: "Ji dil hêvî dikim ku proseya aştiyê serbikeve û Kurdistana Bakûr jî bighê mafên xwe."

Çopî aşkira got: "Yekem car bû min bo 2 milyon kes stran gotin bi rastî karekî weha hêsan nîne qet ji bîra min naçê, ez gelekî spasî dikim çi ji bo vexwendina min û çi ji bo ew şerefa mezin ku bi min bexşîn û bo ew hemû handan û hêza ku dane min dema ez li ser sehnê bûm."

Xendan
Top