• Saturday, 29 June 2024
logo

Nazdarê Kêf û Şahî, belav kiriye

Nazdarê Kêf û Şahî, belav kiriye
Xanima stranbêj a dengxweş û ciwan Nazdar nûtirîn berhema xwe belav kiriye ku elbûma xwe bi navê “Kêf û Şahî”ye û li 6 koktêl pêk hatiye 67 stranên filoklorî taybetin bi dîlan û zemawend tê de hatiye tomar kirinê.

Nazdar li barê elbûma xwe ya dawî ji Xendanê re got: “Wek hemû kes dizane min bi strana filoklorî dest bi karê xwe ya hunerî kiriye û hatime nav warê hunerê, ji ber vê min hez kir ku vê carê karekî taybet bikim ku pêştir karekî weha nehatiye pêşkêş kirin. hêvîdarim bikeve nava arşîva hunera Kurdî.”

Nazdar got: “Di vê berhemê de ku li 6 koktêl pêk hatiye û 67 stranên filoklorî yên taybet bi dîlan û zemawend min tomar kiriye û li (Talane û milanê û Bablekanê) pêk hatiye.”

Hunermenda ciwan amaje bi wê yekê jî kir ku koktêlek taybete bi zaraveya Soranî wate berhema wê gelekî dewlemende û ev berhem bi sponsorê Vîn production e. elbûma xwe jî bi navê (Kêf û Şahî) di cejna Newrozê de belav kiriye.

Xanima dengbêj ev jî xuya kir ku heya niha stranên dîlanê ji 5 xulekan zêdetir nebûye û got: “Yek ji koktêlên vê CD`yê dema wê 15`e xuleke ji bo ku xelk têr guh bidêkê û nebê sedema bêzariyê û dubare CD`yê vegerînê.”

Nazdarê da zanîn ku ew gelek dilxweşe ku niha berhema wê di bazarê de ye û dixwaze xelk pêşwaziyek baş lê bikê û got: “Ez dilxweşbûm bo Newroza îsal berhemek min ya taybet bo hezkiriyên min hebû.”

Xendan
Top