• Saturday, 29 June 2024
logo

Ajansa Anatolya (AA) dest bi weşana Kurdî dike

Ajansa Anatolya (AA) dest bi weşana Kurdî dike
Ajansa Nûçeyan a Anatolya (AA), ku ajansa fermî a dewleta Tirkiyê ye, dest bi weşana Kurdî dike. Ajans, ji bo serwîsa Kurdî, grupekî taybet tîne ba hev.

Piştî televîzyona fermî a dewleta Tirkiyê a ku bi Kurdî weşanê dike TRT Şeşê, ajansa nûçeyan a fermî, Ajansa Anatolya (AA) jî dest bi weşana Kurdî dike.

Ji bo serwîsa Kurdî, grupekî taybet wê were avakirin. AA, ji kesên ku Kurdî baş dizanin, bona nûçegîhaniyê û edîtoriyê dike bigire. Ajans, wê li ser înternetê, li malpera xwe Kurdî jî zêde bike.

Ajans, bilî saziyên li Bakur, armanc dike ku li Kurdistana Başûr jî aboneyan ji xwe re peyda bike.

Avestakurd
Top