• Saturday, 29 June 2024
logo

“Muslum Gurses bi mîkrobê mir“

“Muslum Gurses bi mîkrobê mir“
Stranbêj Muslum Gurses, li gorî daxuyaniya karbidestên nexweşxanê vê sibê wefat kiriye. Di derbarê mirina Gurses de Îbrahîm Tatlises îdiayek bilêv kir. Tatlises îdia dike ku, Gurses li beşa lêhûrbûnê a nexweşxanê mîqrob girt û ji ber vê heftekî berê niha mir.

Di derbarê mirina stranbêjê bi navûdeng Muslum Gurses de, stranbêj Îbrahîm Tatlises îdiayeke cidî avête holê. Tatlises dibêje, Muslum Gurses ne îro, heftekî berê wefat kir. Sedema wefata Muslum Gurses, ne nebeskirina dil an pişik nîn e. Wî li nexweşxanê li beşa lêhûrbûnê mîqrob girt.

Heftekî berê niha mirina wî a mêjî pêk hat. Karbidestên nexweşxanê ew eşkere nekirin û bi cîhazê nefes stendinê ve girêdayî hîştin. Tatlises îdia xwe wiha domand: "Haja menejerê wî jî ji vê hebû. Haja min jî ji vê bûyerê hebû. Heta bijîşkê nexweşxanê bi nasekî min re gotiye ku, Muslum Gurses miriye lê em nikarên mirina wî ji malbata wî re bibêjin û ji ber vê jî em wî li nexweşxanê bi cîhazê ve girêdayî dihêlin. Bijîşk kê dixapînin. Min ev doh bi Sezen Aksu, Hulya Avşar û wezîrê tenduristiyê re jî parve kir. Min ji wan re got, wê sibê daxuyaniyê bidin û bêjin ku Muslum Gurses wefat kiriye. Û me dît, gotina min rast derket, heman tişt bû."

Ji aliyê bijîşkê nexweşxanê ve îro hate eşkere kirin ku Muslum Gurses jiyana xwe ji dest daye.


Avestakurd
Top