• Monday, 17 June 2024
logo

Hunera millî ya kurdî nîşanî îmaratiyan tê dayîn

Gulan Media December 2, 2012 Hunerî
Hunera millî ya kurdî nîşanî îmaratiyan tê dayîn
Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Reşenbîrî û Ciwanan a Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat), şandeke hunerî-folklorî ya kurdî beşdarî 41. festivala salvegera avabûna dewleta Îmaratê û Roja Neteweyî ya wî welatî bû.

Nûnera bazirganî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şîlan Xaneqa derbarê vê yekê de wiha got: “Me îsal cara yekemîn karî navê Herêma Kurdistanê bixin nav lîsteya welatên ku beşdarî merasîma roja neteweyî ya Îmaratê. Herwiha Kurdistan yekemîn herêm e ku beşdarî vê merasimê dibe.”

Xaneqa, da zanîn ku piştî şanda Herêma Kurdistanê gihîşt Îmaratê, ji aliyê konsolê Iraqê yê li paytext Dubeyê, Ismet Egîd Sedîq Amêdî ve hat pêşwazîkirin. Amêdî, di hevdîtina ligel şanda Herêma Kurdistanê de diyar kir ku yek ji aliyên Îmarat girîngiyê dideyê, komkirina kulturên cuda li wî welatî ye: “Îsal jî Kurdistan cara yekem beşdarî vê merasimê bû. Herwiha Kurdistan yekem herêm e ku beşdarî vê merasîmê dibe û ev jî me kêfxweş dike.”

Şanda hunerî ya millî ya kurdî ya Herêma Kurdistanê, serdana îmareta bajarê Şarîqe kir û li navenda bajêr huner û folklora kurdî nîşan da. Di roja duyem ya çalakiyên Roja Neteweyî ya Îmaratê de, şandeya kurdî serdana îmareta Focêre kir û li wir jî çend tabloyên folklora kurdî, ku ji “şivan, bêrî, destar, cotkar, bergên zirnê, govend û dîlanê” pêk hatibûn, nîşan da.

Hat zanîn ku huner û folklora kurdî dê li her heft îmaretên Îmaratê bê nîşandan.

Rudaw
Top