• Monday, 17 June 2024
logo

Hunermendên Herêma Kurdistanê bûn mêvanê Kurdên Gurcistanê

Gulan Media December 2, 2012 Hunerî
Hunermendên Herêma Kurdistanê bûn mêvanê Kurdên Gurcistanê
Heftiya borî di navbera rojên 20 û 21ê Mijdarê de ji bo lidarxistina Rojên Çandê şandeke hunurmendên kurd, ku di nava wan de koma stranbêjan û koma reqasan, wênekeş, helbestvan hebûn ji Herêma Kurdistanê çûn paytexta Gurcistanê Tîflîsê.

Di nava heman çandê de herwiha Kamiran Qasim û çend nûnerên şaredariya bajarê Akire jî hebûn. Rojên Candê bi rêvebiriya Wezareta Çandê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xebatên Mala Êzdiyên Gurcistanê pek hat. Ev şahiya duyemîn e ku şanda hunermendên Herêma Kurdistanê hunura xwe pêşkêşî civaka Kurdên Gurcistanê dikin.

Di çarçoveya bernameya Rojên Çandê de ev du sal in ku Kurdên Gurcistanê guhdariya stran û muzîka hunermendên Herêma Kurdistanê dikin. Beriya destpêkirina Rojên Çandê Seroke şaredariya bajarê Akre Kamiran Qasim gel silav kir û derbarê dîroka Akre de agahî dan. Paşê bernameya hunerî destpêkir û helbestvanên mêvan helbestên xwe xwendin. Bername ji aliyê Xaylaza Reşîd ve hat pêşkêşkirin. Ji bilî hunermendên mêvan, herwiha dengbêjê kurd ê Gurcistanê Sevdine Xalit beşdarî konserê bû. Koma şanoya russî ya bi navê Griboedov li ser dikê cih girt û wênekeş Sîrvan Şakir û Samir Akiriye xebatên xwe pêşkêşî temaşevanan kirin.

Rudaw
Top