• Monday, 17 June 2024
logo

Çopî: Ezê dozê li TRT-6 vekim

Gulan Media December 1, 2012 Hunerî
Çopî: Ezê dozê li TRT-6 vekim
Çopî Fetah dixwaze TRT-6 bide dadgehê, ji ber ku vê kanalê straneke wê bêyî pirskirin belav kiriye.

Heftiya borî stranbêj Çopî Fetah got ew qayil nîne ku berhemên wê di kanala TRT6 de bên weşandin. Lê vê kanalê klîpeke wê weşandin. Çopî bo Rûdaw got "ez ti carî rê nadim kanaleke wiha klîpên min biweşîne." Li gor gotina wê "TRT6 çend caran" daxwaz ji wê kiriye ku ew bibe pêşkêşkara programeke vê televizyonê, "lê ez razî nebûme û ti caran razî nabim jî."

Çopî dibêje piştî ku wê gotî nabe ev kanal berhemên wê biweşîne, "ez hatim haydarkirin ku di programeke vê kanalê de ya bi navê “Dema Mûzîkê“, bêyî ku haya min jê hebe, yek ji berhemên min ê bi navê “Mîrê Peyva“ nîşan dan."

Çopî niha dixwaze "li gor yasayê" bi TRT-6 re tevbigere: "Her dema ku parêzerekî kurd li Bakurê Kurdistanê amadeyî nîşan da ku li dadgehê piştevaniya min bike, ezê sipasiya wî bikim." Tevî ku ne diyare wê Çopî doza çiqas pere ji vê kanalê bike, lê dibêje eger ew vê dozê li dadgehê qezenc bike, ewê diravê bedelê bide penaberên ji Rojava Kurdistanê.

Rudaw
Top