• Monday, 17 June 2024
logo

Erdogan fîlma Tirkî rexne dike: Bapîrên me ne weha bûn

Gulan Media November 28, 2012 Hunerî
Erdogan fîlma Tirkî rexne dike: Bapîrên me ne weha bûn
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, bi tundî zincîre fîlma Tirkî yê bi navê (Sedsala Zêrîn) û di kanalên Erebî de bi navê (Jinên Sultan) tê weşandin û gelek temaşevanên wê fîlmê hene, rexne kir û got: “Tu Bapîrên me wekî ku di fîlmê de hatiye nîşand nîn in.”

Erdogan got: "Em di vê cîhana ku 7 milyar mirov tê de dijîn jiyan dikin, em erkê xwe dinasin, em diçin her cihê ku bapîrên me li ser pişta hespan gihîştinê û em giringiyê didin wan welatan."

Serokwezîrê Tirkiyê acizbûna xwe bo zincîre fîlmê ku tê de jiyana sulatan Silêman yê serdema Osmaniyan dide nîşan dan û weha dibêje: "Em sultan Silêmanê qanunî, bi vê kesayetiya ku di zincîre fîlmê de tê nîşan dan nas nakin."

Erdogan derhênerên wê fîlmê û kanalên televîzyonên ku wê diweşînin bi tundî şermezar dike û ragihand ku ew giliyê yasayî derheqê wan de bike.

Li hemberî wê yekê ku ew zincîre fîlma Tirkî hejmarek mezin temaşevanên wê li Ewrûpa û li welatên Erebî de hene, lê li Tirkiyê rastî rexneyên tund hat ku wêneyê sultan Silêman hatiye berovajî kirin û ji rastiyê dûre.

Hêjayî gotinê ku sultan Silêman di dema xwe de bi (Qanunî) hate binav kirin, ji ber ku gelek yasa di serdema dewleta Osmanî de derxistine, lê di zincîre fîlmê de sultanê Osmanî wek serjinik û her tim derdura wî bi jinan hatiye nîşandan.

Xendan
Top