• Sunday, 16 June 2024
logo

Helbestên Ebdulla Peşêw bi Kurmancî derketin

Gulan Media November 27, 2012 Hunerî
Helbestên Ebdulla Peşêw bi Kurmancî derketin
Ebdulla Peşêw (1946 Hewlêr) yek ji navdartirîn û hezkirîtirîn helbestvanên Kurd ên serdema me ye.


Zêdeyî 40 salan e ku helbestan dinivîse. Wî heta niha 8 dîwan derxistine û hê gelek helbestên wî yên neweşandî jî hene. Xebata li ser Kurmancîkirina helbestên wî yên bijare bi navê ”Xewa min nayê” ji Weşanxaneya Dîwanê derket.

Peşêw helbestên xwe bi Kurdiya Soranî û bi alfabeya Erebî dinivîse. Lê ew evîndarê hemî zaravayên Kurdî ye. Loma di helbestên xwe de gelek peyvên Kurmancî bi kar tîne û mirov dikare di helbestên wî de şopên Hewramî û zaravayên din jî bibîne. Li hêleke din, di helbestên wî de devoka wî ya derdora Hewlêrê jî xwe diyar dide der.

Mijarên helbestên Peşêw bi kêmî evîn, welat, welatperwerî, bêtifaqiya Kurdan, felsefeya jiyanê, êşa xerîbiyê û jana nivîsînê ne. Dirûvên helbestên wî dikarin - bi hinek sadekirinê - li ser sê qonaxan parve bibin: Di helbestên pêşîn her rêzik biqafiye ye, paşî qafiye tê kêmkirin û tenê di hin rêzikên helbestê de heye. Vê dawiyê jî qafiye bi temamî hatiye terkkirin. Min hewl daye ku heta mumkin be, piralîtiya helbestvaniya Peşêw di vê çapa Kurmancî de jî diyar bibe. Loma lê xebitîme ku ji hemû mijar û dirûvên helbestên wî hin nimûneyan bidim.

Heta niha hin helbestên wî li gelek zimanan hatine wergerandin: Rûsî, Ingilîzî, Erebî, Fînlendî, Swêdî, Danîmarkî, Almanî, Ermenîkî, Farisî û Tirkî lê ew werger kêm bûne kitêb. Hetanî niha çend xebatên din jî li ser Kurmancîkirina helbestên Peşêw hatine kirin, belê bi qasî vê xebatê berfireh nebûne. Ev xebat, xebata herî berfireh e ya li ser helbestên Ebdulla Peşêw.



Nav Xewa min nayê
Nivîskar Ebdulla Peşêw
Kurmancîkirin Husein Muhammed
Weşanxane Dîwan Kitêb
ISBN
978-605-63170-92-11
Biha
10,00 TL
Rêz
Helbest
Rûpel
296

Avestakurd
Top