• Monday, 17 June 2024
logo

Duyemîn romana Bextiyar Elî bi kurmancî derket

Gulan Media November 22, 2012 Hunerî
Duyemîn romana Bextiyar Elî bi kurmancî derket
Duyemîn romana Bextiyar Elî bi kurmancî derket: “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir”. Yekem romana Elî ya bi kurmancî “Êvara Perwaneyê” di destpêka vê salê de derketibû û li gor rewş û şertên kurmancî elaqeyek baş dîtibû. Herdu romanên Elî ji aliyê Besam Mistefa hatine wergerandin û ji nav weşanên Avesta li Stenbolê derketin.

“Ez Cemşîd xan kurê Hisam xan kurê Zulfeqar xan kurê Emîn xan im, ku koka min vedigere ser mîr û şahên Zend, di filan roj û mehê de, min ji ezmanan ev tiştên li jêr dîtin…”

Cemşîd xanê tevî ku komunîstek e jî hez dike xwe bi van peyvan bide naskirin, di sala 1979an de ji aliyê be‘siyan ve hatiye hepskirin. Şertên xirab ê zindanên Be‘sê bêhnê lê diçikînin, ewqas lawaz û zeîf bûye dema ku ji hepsekê ber bi ya din ve dibin, ber bê dikeve û diçe. Piştî firariyeke kurt dixwaze ji efûyê istîfade bike. Şerê Iraq û Îranê germ bûye. Doktor û istixbarata artêşê dixwaze vê qabîliyeta wî di şer de bi kar bînin. Lê her firîn ketineke wê jî heye...

Cemşîd xan piştî ku ji ezmên dikeve xwarê, ji xeynî zimanê xwe yê kurdî, her tiştî ji bîr dike. Her carekê bi munasebetekê di ser welatekî re difire, bi vî awayî li hemû dinyayê digere, nas dike, lê dawî dîsa li welatê xwe, Kurdistanê vedigere.

Bextiyar Elî, bi “Cemşîd xanî mamim ke hemîşe ba legel xoyda deybird” ne tenê rexneyeke tund li 30 salê dawî yê civaka kurd û Kurdistanê digre, karakterekî ku ê pir li ser bê axaftin, diyariyî edebiyata kurdî dike.

BEXTIYAR ELÎ

Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehend e. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.
Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di sala 1960an de ji dayik bûye. Li Silêmaniyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dû re li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn di beşê zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir.
Di sala 1983an de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de bi tevahî xwe ji bo karê edebiyatê terxan dike. Kevintirîn berhema wî ya belavkirî ku di sala 1983an de nivîsandiye helbesta Niştiman e ku piştî 9 salan di dîwana Guneh û Karneval de tê çapkirin. Di rojên destpêka serhildana 1991an de, bi çend nivîskarên din re hejmareke kovara Azadî ku pênc hejmar jê derdikevin, belav dike. Di sala 1992an de yekemîn dîwana xwe bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike. Di navbera salên 1992-1994an de, hejmareke zêde ya panel û semîneran li Hewlêr û Silêmaniyê pêşkêş dike.


Di salên 80yan de, Bextiyar Elî hejmareke helbestên dirêj dinivîse, weke “bajar”, “guneh”, “karneval” û çend helbestên din. Destnivîsa yekem a romana Mirina Tekane ya Duyem jî vedigere wê heyamê. Di payiza sala 1989an de, gotara xwe ya yekem di rojnameya paşkoya Iraqê de belav dike.
Piştî derketina şerê navxwe di Îlona 1994an de, ji Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûriyê, piştî neh mehan ji jiyana li Şamê diçe Almanyayê û heya sala 1999an li bajarê Frankfurtê bicî dibe. Di sala 1998an de romana Êvara Perwaneyê dinivîse. Ji sala 1999an ve li bajarê Kölnê rûdine.
Şêrzad Hesen, çîroknivîsê kurd yê navdar li ser Bextiyar Elî dibêje: “Heq e Bextiyar Elî xelata Nobel ya edebiyatê werbigire, lê bextreşiya wî ew e ku kurd e. Di nav kurdan de dijminên mirovên xwedî şiyan û talênt ji dostên wî zêdetir e”

Berhem:

- Guneh û Karneval (Helbest, 1992)
- Mirina Tekanê Duyem (Roman, 1997)
- Êvara Perwaneyê (Roman, 1998)
- Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-1998
- Dawîtirîn Hinara Dinyayê (Roman, 2002)
- Bohemî û Stêrk (Helbest)
- Karkirin di Daristanên Firdewsê de (Helbest)
- Bersiv di serdema windabûna pirsiyarê de (13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re)
- Îman û şervanên wê-hizra fîlozofî û derketinên wê yên nû di çanda kurdî de)
- Xwênerê kujer (Gotar)
- Bajarê Muzîkvanên Spî (Roman, 2006)
- Heya şîniya gulan... heya xwîna firîşteyan (Tvahiya berhemên helbestan 1983-2004)
- Xezelnivîs û Baxên Xeyal (Roman, 2008)
- Koşka Balindeyên Xemgîn (Roman, 2009)
- Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir (Roman, 2010)

Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir

Bextiyar Elî

Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa

Rudaw
Top