• Monday, 17 June 2024
logo

Filîma Şîrîn diçe Dubay

Gulan Media November 12, 2012 Hunerî
Filîma Şîrîn diçe Dubay
Palewanê fîlmê Şîrîn Şiwan Etof ragehand ku, fîlma Şîrîn beşdarî li festival navdewletî ya sînemayê ku li Dubayê dardikeve dike.

Şiwan Etof ji Xendanê re diyar kirk u ew festival di rojên 9 -16/12/2012`an li Dubay`yê birêve diçe û derhêner û du ekterên serekî û birêvebirê ragehandina filmed çalakiya festival de amade dibin.

Etof got: "Ev festîval li ser asta cîhanê bi giştî û asta welatên Asyayî û Efrîqî naskiriye, hre weha di heman demê de hejmarek stêrkên sînemaya cîhanî beşdarî festival dikin û em jî bi fermî bo wê festival hatine vexwendin."

Hunermendê Kurd Şiwan Etof aşkira kirk u di 17`e rojan de li nimayîşkirina fîlma wan zêdetir li 40 hezar bîner hebûn.

Fîlma Şîrîn, fîlmekî romansiye ji aliyê Hesen Elî karê derhênanê hatiye kirin, li yekem roja cejna qurbanê li 26/10/2012, li bajarê Silêmaniyê li hola Telarê Hunerî tê nimayîş kirin û heya rojên dawî jî li du demên cuda berdewam dibe.

Ji bilî Şiwan Etof û Beyan Osman ku 2 ekterên serekî ne li Kurdistanê, çendîn hunermendên bi ezmûn yên din wek Nermîn Kawanî, mamoste Dilşad beşdarî fîlmê bûne, her weha dîmenên fîlmê jî hem li Kurdistnê û hem li Parîsê hatine girtin.

Xendan
Top