Hesen Şerîf piştgirî da greva birçîbûnê
Hesen Şerîf bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku îro ket roja 57’emîn û got: “Ez ji dil û can piştgiriyê didim daxwazên rewa yên girtiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê.”
Şerîf got; “Ev berxwedana wan ji bo azadî û rûmeta me tevan e. Ev berxwedan ji bo rizgariya Kurd û Kurdistanê ye. Agirê têkoşîna şoreşa gelê me ye.”
Şerîf bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan jî kir ku li hemberî vê çalakiyê bêdeng nemînin û ji bo qebûlkirina daxwazên wan zextan li dewleta Tirkiyê bikin.
Rudaw