• Saturday, 23 November 2024
logo

‘Sînorê Şikestî’ xelata festîvala VAGON stand

Gulan Media November 6, 2012 Hunerî
‘Sînorê Şikestî’ xelata festîvala VAGON stand
Di sêyemîn Festîvala VAGON a Navneteweyî ya Fîlman de, fîlmê derhênerê ciwan ê kurd Keyvan Kerînî (27) yê bi navê ‘Sînorê Şikestî’ wekî fîlmê herî baş di beşa dokumenterî ya festîvalê de hat hilbijartin û xelata yekem wergirt.

Her diçe berhemên sînemayî yên derhênerên kurd bêtir bala festîvalên navneteweyî yên sînemayê dikşîne aliyê xwe ku pirraniya wan fîlman jî jiyana Kurdan a civakî, aborî û siyasî û pirsgirêkên realîteya civaka kurdî pêşan didin. Vê carê û di çarçoveya sêyemîn Festîvala VAGON a Navneteweyî ya Fîlman de, ku rojên 14 heta 21ê Cotmeha 2012ê li Meksîkayê hat lidarxistin, fîlmê “Sînorê Şikestî” (BROKEN BORDER) yê derhênerê ciwan ê kurd Kêyvan Kerîmî xelata yekem a fîlmên dokumenterî wergirt.

Medya û çapemeniya kurdî bi awayê pêwîst cih nedan vê xelatakirina fîlmê Kêyvan Kerîmî û ev yek bû sedema nerazîbûna komek çalakvanên sivîl û çandî yên Rojhilatê Kurdistanê.

“Sînorê Şikestî” filmekî 25 deqîqeyî ye û berhema sala 2011ê ye. Kerîmî ji bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku gellek kesayetiyên kurd ji vî bajarê sînorî yê Kurdistanê derketine, ku yê berçav Behmen Qubadî ye. Fîlm li ser navê welatê Îranê beşdarî festîvala VAGON bû, ji ber ku li Îranê hatibû kişandin, lê çîroka fîlm asteng û pirsgirêkên jiyana kasibkarên kurd li ser sînorên Kurdistanê pêşan dide ku rojane li ser sînorên rojavayê Îranê bazirganiya şewatê û alevên din dikin û rûbirûyê asteng û pirsgirêkan dibin.

Derhêner Kêyvan Kerîmî sala 1985ê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û sala 2008ê zanîngeha zanistên peywendiyên civakî li Tehranê qedandiye. Sala 2011ê li Hindistanê kursa taybet a çêkirina fîlmên dokumentarî xilas kiriye. Di karnameya sînemayî ya derhêner Kerîmî de çend kurtefîlm tên dîtin ku di festîvalên navxweyî yên Îranê û navdewletî de hatine nîşandan.

Belavkirina navneteweyî ya ‘Sînorê Şikestî’ ji aliyê şîrketa ‘Setak Fîlm a Sine’ tê kirin ku rêveberiya vê fîrmayê Setar Çemengulî û Vîda Salihî dikin. Fîlm beşdarî 41. Festîvala Navneteweyî ya ‘Sehnsucht’ li Almanyayê jî bu, ku rojên 22 heta 30ê Gulana îsal hat lidarxistin, ku ji nav 2 hezar û 700 fîlman de tenê 70 fîlm ji bo nîşandanê hatin hilbijartin û ‘Sînorê Şikestî’ yek ji wan bû.

Rudaw
Top