• Saturday, 04 May 2024
logo

Ji Serokê Parlamentoya Tirkiyê banga civîna awarte

Ji Serokê Parlamentoya Tirkiyê banga civîna awarte
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ismail Kahraman banga civîna awarte ya parlamentoyê kir.

Ismail Kahraman daxwaz ji cîgirên serokên fraksyonên nava Parlamentoya Tirkiyê kir, ku îro sêşemî 13ê Kanûna 2016ê, saet 10:00 di civîna awarte ya parlamentoyê de amade bin.

Dîwana Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku civîn li pişt deriyê girtî û dûr ji çavdê medyaya birêve diçe.

Li gorî daxuyaniyê kesên ku beşdarî civînê bûne, ev in:

“Cîgirên Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ahmet Aydin, Ayşe Nur Bahçekapali û Pervin Buldan, Cîgirên Serokê Fraksyona AK Partiyê Mustafa Elitaş, Naci Bostanici û Ilker Inceoz, Cîgirê Serokê Fraksyona CHPê Ozgur Ozel, Cîgirê Serokê Fraksyona MHPê Erhan Usta û parlamenterê HDPê yê li Mûşê Ahmet Yildirim.”

Rudaw
Top