• Saturday, 23 November 2024
logo

Abdurrahman Durre çû ser dilovaniya xwe

Gulan Media October 13, 2012 Hunerî
Abdurrahman Durre çû ser dilovaniya xwe
Ji damezrînerên Estîtuya Kurd Abdurrahman Durre ku li bajarê Almanya Kolnê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.

Ji damezrînerên Estîtuya Kurd Abdurrahman Durre, li bajarê Almanya Kolnê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Durre çû ser dilovaniya xwe. Piştî ku cenazeyê wî bi balefirê bibin Stenbolê, dê ji wir bibin Wanê. Cenazeyê Durre dê li warê wî navçeya Milezgira Mûşê bispêrin axê. Abdurrahman Durre helbestvan ku nivîskarek kurd e, di sala 1930'an de li gundê Kêranlix a Milazgirê hate dinê. Perwerdehiya xwe li çend medreseyên dewam kir. Piştre destûrnameya xwe ji medreseya Norşînê girt û dest bi melatiyê kir. Nêzî 10 salan li medreseya Hesen Paşa ders da. Wî bixwe jî medresek ava kir û di wê de dersên kurdî jî dan. Di sala 1962'an de çû Enqereyê û ket azmûnên miftîtiyê. Di azmûnan de bi ser ket û dest bi miftîtiyê kir. Di vê wezîfeya xwe de ji ber fikrên xwe yên siyasî çend derban sirgûn bû û dawiyê li dadgeha leşkerî hat darizandin. Li wir beraet kir û şûnde vegeriya peywira xwe ya miftîtiyê.

Salên têr û tije

Di navbera salên 1980-1983'an de li Treblûsê wergeriya Tirkî-Erebî kir. Ji sala 1990'an şûnde li Mûş û Erzînganê çend salan heps bû. Paşê çû Stenbolê û li wir Yukarı Mezopotamya Kültür Merkezi (Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn) ava kir û li wir dersên kurdî dan. Piştre çû Ewropayê. Li Ewropayê Partiya Îslamiya Kurdistanê ava kir. Berhemên wî yên wekî; Di bin perdeya olî de marên bi rû (Din Perdesi Altında Sakallı Yılanlar a di sala 1962'yan de nivîsiye, Sirên îlahî û hîkmetan (İlahî Sır ve Hikmetler), Evîna Welat a di sala 1992'yan de nivîsandiye, Şerha Dîwana Ehmedê Xanî:Felsefe û Jiyana Wî ya di sala 2002'yan de nivîsandiye û Kurdname ya di sala 2006'an de nivîsandiye hene.

Rudaw
Top