Kuştina Banaz Mahmoud bû film
Jina kurd Banaz Mahmoud ji Kurdistana Başûr bû. Di 24ê Çileya 2006ê de li Londonê bi awayekî hovane hate xeniqandin. Beriya kuştina wê, destdirêjî wê jî hatibû kirin.
Piştî bûyerê polîsên îngilîz derxistibûn holê ku bav û mamê wê biryara kuştina Banaz dabûn û ji bo kuştinê kujer peyda kiribûn. Bav û mamê Banazê di 2007ê de cezayê heta hetayê girtîgeh standibûn. Herdu kujerên ku reviyabûn Îraqê jî, ji aliyê rayedarên Îraqê ve hatibûn radestkirin û wan jî di 2010ê de heman ceza standibûn. Serdedektîf Caroline Goode ji bo xebata xwe ya dîtin û girtina tawanbaran Xelata Melîkeyê wergirtibû.
Banaz Mahmoud bi darê zorê hatibû zewicandin. Li gor daxuyaniyên wê yên berê, merê wê yekî hişkbawer û xwedî helwesteke kevneşopî bû û bi zorê destdirêjî wê dikir. Ji wê yekê Banaz ji mêrê xwe direvî û paşê dilê wê ket yekî din. Ev jî paşê bû sedema kuştina wê.
Sedem û şiklê kuştina Banaz di nav civaka îngilîz de bûbû sedema dilmanî û şermezarkirineke mezin. Derhêneriya fîlmê ku wê di mihricana fîlman a Raindanceyê de bê nîşandan, Deeyah yê bi eslê xwe pencab kiriye. Çapemeniya îngilîz bi firehî cih dayê fîlm û tê çaverêkirin ku fîlm bi awayekî berfireh bala raya giştî bikşîne ser xwe.
Rudaw