• Friday, 22 November 2024
logo

Li Amedê bi 4 zimanan stran deng vedan

Gulan Media September 27, 2012 Hunerî
Li Amedê bi 4 zimanan stran deng vedan
Di 1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê de stranên kurdî, tirkî, lazî û hemşînî di bin stêrkên yek ezmanî de gihîştin hev.

1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên Yenîşehîr, Sur, Peyas û Rezanê ve tê organîzekirin di roja duyemîn de bi konserekê berdewam kir. Di konsera li Qada Batikentê de, stranên kurdî, tirkî, lazî û hemşînî hatin gotin. Bi hezaran kesan qada konserê dagirt.

Ribabê deng veda

Di konserê de ewil Koma Newaf a ji Nisêbînê hat, bi ribabê konserek da û girse coşand. Piştre Hevseroka BDPa Amedê Zubyede Zumrut axivî û got "Gelê kurd bi tecrîd û operasyonên siyasî û leşkerî naqede. Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye."

Piştî axaftinê peyama girtiyên PKK û PJAK'î yên dest bi çalakiya gireva biçînbûnê kirin hat xwendin.

Stranên lazî hemşînî û tirkî

Piştre hunermend Rênas Amed, Koma Grava Rojê û herî dawî jî Hunermendê ji Deryaya Reş Niyazî Koyuncu derketin ser dikê. Koyuncu berî ku stranên xwe bêje Kazim Koyuncu bi bîr anî, dû re jî stranên lazî, hemşînî û tirkî got. Herî dawî hunermend Seyda Perînçek derket ser dikê û stranên kurdî got. Konser heta derengiya şevê berdewam kir.

Rudaw
Top