• Saturday, 23 November 2024
logo

Yekemîn mihrîcana muzîkê ya Amedê bi dengê Tara Jaff dest pê kir

Gulan Media September 26, 2012 Hunerî
Yekemîn mihrîcana muzîkê ya Amedê bi dengê Tara Jaff dest pê kir
Yekemîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" şevê din li Terasa Bajar a Amedê dest pê kir. Mihrîcanê bi sewt û awaza Tara Jaff a xwe bera ser pêlên Çemê Dîcleyê dan dest pê kir.

1emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîre bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" şevê din li Terasa Bajar a Amedê dest pê kir. Mihrîcana ku bi deng û awaza Tara Jaff dest pê kir, beşdar sermest kirin. Di mihrîcanê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Serokê komeleya 78'an Ganî Alkan, gelek nivîskar, hunermend jî di navde bi sedan kes amade bû. Bernameya ku lazim bû bi konsera Yalda Abbasi û Mohsen Mizazede yên ji Îrane bihatana dest pê bikiraya ji ber destûra hatinê nestandibûn, tev li bernameyê nebûn. Di ewila bernameyê de sewt û awaza Tara Jaff hate guhdarkirin.

Axaftina ewil Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir bû û diyar kir ku di serdema ku ziman û bawerî tên qedexekirin de mihrîcana muzîkê li Amedê dest pê dikin. Baydemîr anî ziman ku di vê serdema qedexeyan de hunermend û stranbêjên kurd bi zimanê xwe û hunera xwe deng û awazên xwe tînin ziman. Baydemîr xwest êdî dawî li qedexeyan bên û wiha got: "Amed êdî bi mihrîcanên sinema, şano, û muzîkê dibe bajarê çand û hunerê." Baydemîr herwiha piştevaniya xwe ji bo rojavayê Kurdistanê anî ziman. Baydemîr herî dawî ji ber ku Derhênerê Belgefîlma "Dengê Bavê min" Zeynel Dogan ku di 9'emîn Mihrîcana Kozaya Zêrîn de xelata fîlmê herî baş wergirt pîroz kir.

Piştre hunermenda Rojhilat Tara Jaff û hunermendê erbanê Şerko derketin ser dikê û bi hunera xwe ya awarte û bêhempa gel girse coşandin. Sewt û awaza dengê Tara Jaff û Şerko Çemê Dîcleyê û Baxçê Hewselê ku dibin sînga Bircên Amedê de razabû sermest kir.

Mihrîcan îro dê bi guhdariya muzîkê ya Praksis saed di 17.00'an de li Kolana Hunerê û di heman saetê de li Parka Koşuyolu bi dengbêjên Dayika Meryem, Seyitxanê Boyaxçî, Apê Selahattin, Silemanê Şirnexî, Cafer, Behiye, Zinet berdewam bike.

rudaw
Top